Di dibistanê kurdî de zengil lêket

12:46

JINHA

AMED – Di dibistana seretayiya Ferzad Kemanger û Zarokistanê de zengila waneyê lêket.

Li dibistana seretayiya Ferzad Kemanger û Zarokistanê di sala nû ya perwerdê de yekem zengila waneyê lêket. Li dibistana Ferzad Kemanger a ku zarokên ji 5 heya 11 salî lê dixwînin îro sala nû ya perwerdê despêkir. Di vekirina dibistanê de li gel mamosta û xwendekaran Parlementera HDP’ê ya Agriyê Dirayet Taşdemir, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, endamên Komisyona Ziman a KCD’ê, rêveber û endamên DBP’ê li gel malbatên xwendekaran amadebûn. Zarokên ku di vebûna dibistanê de li ber dengê stranên kurdi govend girtin kêfxweş û bikelecanin.

'Mamosta ne bê alternatîfin'

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven serketin ji xwendekaran re xwest û got: “Em ê di dibistanê xwe de zarokên xwe perwerde bikin. Ez îro gelek şanazim ku li vêderême. Xwezî biba nesîb ku me hemûyan bi zimanê xwe yê dayikê bixwendana. Xwendekarên me yên ku niha li vêderê dixwînin gelek bişansin.”

Bi dîwarên dibistanê ve nivîsên weke, "Kurd, Kurdî, Kurdistan", "Zimanê me rumeta me ye", "Bê ziman jiyan nabe" û "Dar li ser koka xwe, mirov li ser zimanê xwe jin dibe" hatine nivisin.

Yekem waneya xwendekaran bi rêgezên paqijiyê despêkir.

(zt)