Zarokên Şengalê paqijiya derdorê dikin

09:23

Xensê Xidir/JINHA

ŞINGAL - Zarokên Şengalê li gel karkerên şaredariyê paqijiya wargeha pîroz Êzidîxanê dikin.

Di ola Êzidiyatiyê de tê gotin ku “paqjî ji îmanê ye” îman jî wateya dilpakî û wijdane. Dema zarok derdikevin yariya rehet karibin bilîzin û nexweş nekevin pêdivî bi paqijiya derdor dibînin. Zarokên karê paqijiyê jî wek lîstokek dibînin, li gel karkerên şaredariyê dest bi pakiya derdorê kirin.

Zarokên ku destpêkê bi tasek ava sar dayina karkeran dilê mezinên xwe hênik kirin piştre jî bi alîkarî dayîna wan barê karkeran sivik kirin. Zarok li milekê qirêjiyên derdor kom dikin, milekê jî bi perperîkên mirîşkan henekan dikirin. Zarokan gotin: “Em gelek kêfxweşin ku çiyayê xwe paqij dikin. Em zarokên Şengalê jî herdem bi karkerên şaredariyê re alîkar dibin û dora malên xwe ji qirêjiyan diparêzin.”

(zt)