Şêrîn bi helbestên xwe hestên şorşê vedibêje

09:10

Şêrîn Zêrevan-Aya Hejar/JINHA

QAMIŞLO- Hestên şoreşê herî bedew bi dengên zarokên şoreşê de tê ziman. Şêrîn Merwan Hesen jî dixwaze bi helbestên xwe dengê şoreşê bigihîne tevahiya cîhanê.

Helbest û stran li cihên ku hestên bilind lê hildiavêjin, pêl bi pêl pêşdikevin. Zarokên şoreşê jî bi wan hestên xwe yên tenik, hezkirin, xeyal û hêviyên xwe tînin ziman. Ew ji têkoşerên xwe yên leheng îlham digrin. Şêrîn Mihemed Hesen ya 10 salî jî zaroka şoreşê û helbestvaneke dengxweş e. Ew di merasîm û çalekiyan de jî helbestên xwe dibêje û wiha jî dixwaze dengê hestên xwe yên bedew bigihîne tevahiya cîhanê.

Şêrîn ya ku ji taxa Hilîliyê ya bajarê Qamişlo ye, gel wê bi helbestên ku li ser dîka şoreşê dibêje, dinase. Şêrînê ji me re helbesteke xwe xwend û da zanîn wê ev helbes dema ku yekem car çûye dibistanê û bi kurdî fêr bûye, nivîsiye. Şêrînê vê helbesta xwe jî diyariyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şervanên YPG-YPJ'ê dike.

Helbesta Şêrînê wiha ye:

"Bes e, bes e
Dema me hat
Rabin bikin kar û xebat
Ji bo serxwebûna welat, em jî bibin serxwebûna welat
YPG û YPJ'ê îro zane ne, şoreşger û xwende ne
Ew li pêşiya gelê me ne
Bibihîze cîhan, em hene
Çare nema li destê neyar
Milet rabû bi kêr û dar
Em ê dijmin ji jor bînin xwar
Dê here perîşanî û hejarî
Ez kevokeke spî me
Li ser çiyayê Cûdî me
Min ji xwe re hêlînek çêkir
Dijmin hat û xera kir
Serok Apo hat avakir
Apo, Apo tu bi xêr hatî
Te xweşî anî vî welatî
Kurdistana min cinet e
Tev de bi qedir û qîmet e
Bila dijmin zanibe, Apo taca serê milet e"

Şêrînê vê helbesta xwe diyariyê malbatên şervanên cangoriyê jî kir û serkeftinê ji her kesî re xwest.

(en/rc)