Di destên wan de tûrik û di dilê wan de jî hêviyên mezin cejn pêşwazî dikin

09:11

Ronîda Hacî /JINHA

TIL TEMIR- Zarokên gundên Til Temirê yên ereb, bi hêviya jiyanek azad mal bi mal digerin û Cejna Qûrbanê li her kes pîroz dikin.

Zarokên gundên Til Necma ,Til Farûq û Riguba yên girêdayî bajarê Til Temir ya Kantona Cizîrê ne, di destên wan de tûrik û di dile wan de hêviyên pêşerojeke azad mal bi mal digerin û cejna heval û xizmên xwe pîroz dikin.

'Ez ji cejnan gelek hez dikim'

Yek ji zaroka gundê Til Necma Isra Etêwa (12) Cejna Qûrbanê li her kes pîroz kir û wiha got: "Ez dizanim pir zarok hene ku niha cejnê bi xemgînî derbas dikin. Lê li Rojava ligel ku şer jî heye, ji ber gelên vir ji hev hez dikin, cejn jî xweş derbas dibin. Ez ji cejnan pir hez dikim û dixwazin hemû zarok vê xweşiyê bijîn."

'Em dixwazin cejnê bi Rêber Apo re pîroz bikin'

Bîlal Etêwa jî hêviyên xwe yên cejnê wiha anî ziman: "Ez Cejna Qûrbanê li hemû zarokan, herwiha li Serok Apo pîroz dikim. Ez dixwazim di demek nêzîk de em û Rêber Apo bi hev re cejnê pîroz bikin."

'Me şekir berhev kir'

Ferh Eysa û birayê wê Fîras ku ji gundê Til Farûq in dan zanîn ew ji bo cejnê hatine gund gel xizmên xwe û wiha gotin: "Em li malan geriyan û me têra xwe şekir kom kir. Ez dixwazim her zarokek di cejnê de li cem malbata xwe be, bi hezkiriyên xwe pîroz bike."

'Bila cejin bê şer derbas bibin'

Ebdullah Ebîd ji gundê Riguba jî wiha got: "Tişta herî xweş em û hevalên xwe bi hevre ne, di vê cejnê de. Naxwazim tucaran ji hevalên xwe veqetim. Bila cejn bê şer, bê kuştin û bê girî derbas bibin."

(en/rc)