Di roja cejnê de zarokên rîtma şer girtine…

09:02

JINHA

STENBOL- Li cadeya Îstîklalê ku zarokan amûrên muzîkê yên destê xwe lê didin û pere qezenc dikin. zarokên roja cejnê li şûna şekir kom bikin, neçar dimînin bixebitin û piranî zarok jî ji herêmên şer koç kirine ne.

Dema cejn tê gotin zarokên sibehan cil û bergên xwe li xwe dikin û ji bo şekiran kom bikin derî bi derî digerin tên hişê mirovan. Lê li Tirkiyeyê bi hezaran zarok li şûna şekir kom bikin li kolana dixebitin. Li cadeya Îstîlalê ku cadeya herî qerebalix ya Stenbolê ye zarok alavên muzîkê lê didin û pere qezenc dikin. zarokên nexwestin navê xwe bidin piraniya wan ji herêmên şer koç kirine.

Yên ku kêm be jî şer jiya bin fêm dikin ku rîtma wan çiqas bi êşin. Lê kesên li dora wan dicivin têr şa dibin. Xemgîniya rûyê zarokan jî nedîtin ne mumkune. Zarok bi ketina tariyê re, alavên xwe digirin û dur dikevin.

(ga-tm/hu)