Xeyalên zarokên koçber vegera dibistanêye

09:10

Rûken Dêrik/JINHA

DÊRIK- Zarokên penaber ên li kampa Roj dijîn xeyala wan vegera warê xwe û xwendina dibistanê ye.

Zarokên penaber yên ku rûyê wan xweşikbûnê îfade dike, li welatên Rojhilata Navîn di nav şerê desthilatdarî û êrîşên hovane de dijîn. Zarokên ku ji xeyalê xwe bê par mane rastî şîdet, îşkence, qetilkirin û girtîgehan tên, dixwazin vegerin jiyana xwe yê aram û dibistan bixwînin. Li kampa Roj a koçberan jî şopa vê rastiyê pir eşkere tê dîtin. Herçend rayedarên Kampê bi alîkariya Rêveberiya Xweser hewl didin, li gor derfetên heyî jiyana koçberan hêsan û asayî bikin jî, bûyerên şerê giran travmeyek mezin li ser wan daye avakirin. Zarokên Kampa Rojê ya ku li bajarê Dêrika Kantona Cizîrê dijîn û ji Îraq û Mûsûlê hatine diyar kirin ku, ew êdî dixwazin vegerin jiyana aram û dibistana xwe ya nîvco maye berdewam bikin.

'Çete gelek zarok qetilkirin'

Zaroka bi navê Seher Salih diyar kir ku, çeteyên DAIŞ'ê bêy ku ferq bixin navbera zarok û mezinan de îşkence li wan kirine û wiha got: "Em tev biçûkin lê ne dihêştin em ser rûyê xwe vekin. Gelek zarok jî qetilkirin. Em ji ber vê zilmê reviyan û hatin Rojava."

Seherê daxwaza xwe ya vegerê jî wiha vegot: "Ez dixwazim vegerim welatê xwe, biçim dibistanê. Di encama vî şerî de em ji dibistanên xwe, ji hevalên xwe dûr ketin. Dema em diçûn dibistanê me dizanî em zarokin, lê niha em tenê kar dikin, ji malbata xwe re dibin alîkar. Di temenê biçûk de me barê giran da ser milên xwe. Ez bi hêvî me dê ev rojên koçberiyê bi dawî bibe em ê cardin nava aramiyê de bijîn."

'Ji ber şer em gelek tirsiyan'

Zaroka bi navê Ahîd Silêman jî wiha got: "Em ji topbaran û şerê li herêmê reviyan. Ji ber şer em gelek tirsiyan. Niha jî ev tirs di dilê min de heye. Min pir bêriya hevalên xwe kiriye. Berî şer em diçûn dibistanê û li gel hevalên xwe me demên xweş derbas dikir."

Ahîdê bi lêv kir ku, xeyala wê bûyîna mamoste bû wiha pêde çû: "Ez dixwazim bixwînim, bibim mamoste û zarokan perwerde bikim. Niha di nav koçberiyê de hertişt wenda dibe. Ji bo min tişta herî xweş xwendin û dibistan e."

(en/rc)