Afrîneriya zarokên Rezanê dibe hêviya zarokên Sûrê

09:10

Zeynep Durgut/JINHA

AMED- Zarokên navçeya Rezanê bi derfetên xwe langirt çêkirin û ji bo piştevaniya zarokên Sûrê ketin nava tevgerê. Zarokên ku armanc dikin pere bidin hev û ji bo Cejna Qurbanê ji zarokên Sûrê re cil bistînin diyar kirin ku, ew dixwazin herkes ji bo zarokên Sûrê bi hêstiyari tevbige.

Li navçeya Rêzanê taxa Kaynartepeyê zarokan bi derfetên xwe yên qut bi kilafkan û qartonan afirineriyek derxist holê û ji tehteyan langirt çêkir. Zarokên bi navê Kerim Yazici û Kadîr Demîr bi langirtê ve ji bo zarokên Sûrê pereyan kom dikin. Zarokên taxê langirtê 50 quruşê dilîzin. Kerîm û Kadîr dixwazin ku, ew di cejnê de kêfa zarokên Sûrê binîn û gotin ku, her zarokek di cejnê de diyariyek heq dike.

'Ez dixwazim ji bo zarokên Sûrê û Rojava bibim alîkar'

Zarokê bi navê Kerîm Yazici (13) ani ziman ku, ew dixwazin di roja cejnê de her zarokekî kêfxweş bikin û wiha axivi: "Ez her tim dixwazim ku, ji bo zarokên taxê tiştekî bikim. Ez jî difikirim min û Kadîr dest da hev. Min dest pê kê digot ez ê pere bidim hev û ji bo cejnê cil bistînim, lê belê dûvre zarokên Sûrê hatin bîra min. Min got divê em pere bidin hev û ser cejnê ji bo zarokên Sûrê cil bistînin. Min û hevalê xwe got em ê çêbikîn û em ê serkeftî bikîn. Me kir niha zarokên taxê hemû tên li vir bi kêfxweşî langirtê dilîzin. Em ji ligel kêfxweşiya zarokan kêfxweş dibîn. Ez dixwazim gelek pere kom bikim û ji bo zarokên Sûrê û Rojava yê bibim alîkar."

'Em ê ji bo zarokên Sûrê diyariyan bikirîn'

Kadîr Demîr (14) bi lêv kir ku, ew dixwazin her rojên xwe bi kelecan bi lîstikan pêşwazî bikin û wiha got: "Langirt ya ku me çêkirî zarok pir kêfxweşkirin. Bi rastî em jî kêfxweş bûm. Em rojan 4 seatan dilîzîn, 11 gogan em 50 kruşan didîn. Armanca me ew e ku, em langirta xwe mezintir bikîn. Ger em langirta xwe mezintirin bikîn em ê ji bo zarokên Sûrê diyariyan bikirin û ji wan re bibîn alîkar. Em dixwazîn ku, zarok her taxan langirtan bi destê xwe çê bikin û ev tişt bibe projeya zarokan."

'Divê projeyên lîstikan berfireh bibin'

Îbrahîm Sevîm (12) jî da zanîn ku, ew bi langirtê pir kêfxweşin û got ku, ew dixwazin ev proje berfireh bibe û wiha domand: "Ez pir kêfxweş bûm ku, hevalên me tiştek wiha bikin. Ez dixwazim ku projeyên zarokan ên lîstikan her deverê Amedê belav bibe. Em ji hevalên xwe re jî spas dikin ku tiştek wisa fikirî û zarokan re dibin alîkar."

(zyd-md/rc)