Zarokên Rojava: Jiyan bi hevaltiyek hevpar xweşe

09:11

Ronîda Hacî /JINHA

TIL TEMIR – Zarokên ku şahidiya şoreşê dikin, li hember têkîliyên berjiwandî yên pergala kapîtalîzmê û sar, ruhê hevaltiya hevpar û avadikin. Zarokan gotin: "Jiyan bi hevaltiyek hevpar xweşe."

Zarokên rojavayê Kurdistanê hînê yek ji sedema herî bingehîn a serkeftina şoreşa azadiyê xurtbûna têkilî û hevaltiya rast e. Ew di nav pergalekê de mezin dibin ku ji têkîliyê hevaltî, alîkarî û hezkirinê re qîmeteke giranbuha tê dayîn. Lewra ew jî bi vê zanebûnê hevaltiyê girîng dibînin.

'Rihê hevaltî li hember çete û dagirkeran bi ser ket'

Endama TEV-ÇAND a bajarê Til Temir ya Kantona Cizîrê Rîma Dawê (13) diyar kir ku, ew ji hevaltiya rast hînê jiyanê dibin û wiha got: "Hevalên hev xweşî û nexweşiyên xwe parve dikin. Li kêleka hev disekinin, pişta hev digrin. Ger hezkirina hevaltiyê di navbera şervanên azadiyê de nebûya nedikarîn li hember çete û dagirkeran bi ser bikevin. Heval ji bo hev şehîd dikevin."

'Hevaltî tê wateya hevparastinê'

Rîmayê bi lêv kir ku jiyan bê hevaltî ne xwedî tu wateyî ye û wiha pêde çû: "Jiyan bê hevaltî nexweş e. Lê divê mirov hevalên xwe baş nasbike. Ji bo berjewendiyan, hevaltî nayê kirin. Hevaltî tê wateyê berpirsyariyê û hev parastinê."

'Bê hevaltî jiyan nabe'

Rojîn Îbrahîm ya 9 salî jî got: "Hevaltî tişteke pir xweş e. Hevaltî nebe jiyan nexweş e. Heval ji hev re dibin alîkar, jixwe bê hevaltî jiyan nabe."

Medya Yûsuf destnîşan kir ku divê rihê hevaltî bê parastn û wiha axivî: "Mirov bi serkeftina hevalê xwe şad be. Pê re be. Ger tiştek pê re bibe, li gel be, jê re bibe alîkar."

(en/rc)