Zarok li odeyê lîstokan ya Jinwarê kêfxweşin

10:32

JINHA

AMED - Navenda Jinê Jinwar ya Şaredariya Çinarê xebatên xwe ji bo jinan dewam dike. Li navenda Jinwarê di odeya ku ji bo zarokan avakirine, jin ligel zarokan demên xweş derbas dikin.

Şaredariya Çinarê di çerçoveyê perwerdekirina jinan de, xebatê xwe berdewam dike. Li Navenda Jinê Jinwarê odeyek ji bo zarokan vekirine. Jinên ku tevlî perwerdê dibin demên xweş gel zarokan diborînin. Zarok ligel lîstokên ku dilîzin afrîneriyên xwe jî nûde keşif dikin.

'Li vir stresê wan derbas dibe'

Wezîfedarê Baxçeyê Zarokan a Navenda Jinê ya Jinwar Naşîde Boylu diyar kir ku, gelek jinên ku rastî şidetê hatine, li vir gel zarokên xwe demên baş derbas dike û wiha got: “Her çiqas derfetên me kêm be jî, zarokan hînê gelek tiştan dikin. Jinên ku tevî zarokên xwe tên vir demên baş derbas dikin. Gava ku em bi zarokan re hinek dem derbas dikin stresa ser wan derbas dibe. Li vir perwerdeya xîzkirina wêneyan hîn dibin û perwerdehiyê de tiştên cuda cuda em hîn dikin. Pîşeyên destan û ragihandinên zarokan dişopînim."

Naşîdeyê bi lêv kir ku, jinên rastî şîdetê tên dikarin berê xwe bidin Navenda Jinê Jinwarê û zarokên xwe jî bînin navendê.

(ra-mm/rc)