Zarokên Rojava di lîstok û xeyalên xwe de parazvaniya welat dikin

09:37

Ronîda Hacî /JINHA

HESEKÊ – Zarokên Rojava yên ku xeyala parêzvaniya welat dikin, di leystokên xwe de xwe dikin şervan û parazvaniya welatên xwe dikin.

Li bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê zarok ji şervanên YPJ/YPG'ê hînê parazvaniyê welat dibin. Zarokên ku temenê wan biçûk, di xeyal û lîstokên xwe de parazvaniyê dikin. Gelek zarok hene ku cilên şervanan li xwe dikin û wiha xwe nêzîktirê xeyalên xwe hîs dikin.

Di lîstokên zarokan de ew rolên zayendperest jî hatine şikandin. Zarokên keç û xort bi hev re di heman lîstokê de cih digrin. Bendên asayişê datînin û kontrola hatin û çûyînan dikin. Li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê zarokên lîstoka parastina welat dikin benda kontrolê danîne û gotin: "Yên welat terikandine ger nikarin welatê xwe biparêzn, em ê biparêzin."

Zaroka bi navê Sozda Çeçan diyar kir ku, ew û hevalên xwe parastina taxê ji çeteyan dikin û wiha got: "Yên welat terikandine û reviyane bila vegerin welatê xwe. Eger ku nikaribin, em ê biparêzin."

Ehmed Yûsif jî anî ziman ku ew gelek ji şervanên YPG/YPJ'ê hezdike û wiha domand: "Ji ber me û welatê me diparêzin. Em ê jî welatê xwe biparêzin, ji ber welatê me şêrîn e."

Zaroka bi navê Salî Îbrahîm jî bi lêv kir ku, ew her dem di lîstokê xwe de, parastinê dikin û wiha berdewam kir: "Dema mezin bibim, ezê tevlî refên YPJ'ê bibim. Heya em sax bin em ê nehêlin tu çete derbasî welatê me bibe."

(en/rc)