Zarokên Şengalê: Em azadiya Rêberê xwe dixwazin

15:03

Îlham Hecî- Delîla Axîn /JINHA

ŞENGAL - Zarokên ciyayê Şengalê ji bo Rêberê PKK’ê azadî xwestin û gotin: “Em dixwazin Rêberê me azad bibe were serê ciyayê Şengalê bi me re henekan bikin û bilîzin. Azadiya Ocalan azadiya me zarokan e.”

Zarokên ciyayê Şengalê ji bo azadiya Rêbarê PKK’ê Abdullah Ocalan rojekê çalakiya nobeta azadiyê ya ku li serê çiyayê Şengalê di konê azadiyê de berdewam dikir dewir girtin. Zarokan helbestên ser Rêberê xwe nivîsandî xwendin, bi hev re sitran gotin û reng dan çalakiyê. Zarokên li gel temenê xwe yê biçuk ji çalakiyan jî kêm namînin ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hestên xwe anîn ziman.

Zaroka bi navê Markaz Barkat: Zarokê me hatine esîr girtin. Şerwanên Apo hatin me rizgar kirin. Lê ger Serok Apo azad biya nedihîşt ferman were serê me. Ez gelekî hez Serok Apo dikin, ez dixwazim Serokê me azad were berdan û li ba me be. Serok Apo pir hez zaroka dike em jî hez Serok Apo dikin. Em dixwazin Serokê me azad bibê. Em dixwezin ji wê zîndanê derbikeve. Em wêneyên Serokatî dibînin ku zarokan re dilîze, zarokan hez dike û wana perwerde dike. Ger Serok li Şengalê de ba ew ê me perwerde bikira. Em dixwazin Serokê me gel me be.

Şahîr Ziyad: Bijî serok Apo, Serokê me di zindanê de ye, em azadiya serokê xwe dixwazin. Em dixwazin Rêbarê me azad bibe. Em pir hez serok Apo dikin. Azadiya Serok azadiya Zaroka ye. Bila hemû zarok bêjin bijî serok Apo. Dema heval vir derbas dibin em tilya xwe radikin û dibêjin ‘Bijî Serok Apo.’ Em gelek kêfxweş in ku Serokê me heye, lê em acîz dibin ji ber ku Serokê me xistine nav zindanekî de. Em Serokê xwe dixwazin.

Nadir Daxîl: Ez dixwazim Serokê me ji zîndanê derbikeve. Ez pir ji Serokê xwe hez dikim, ez dixwazim Serokê me azad bibe û were nava zarokê Şengalê. Zarokên Şengalê pir êş dîtin. Ji vir şunda em dixwazin kêfxweş bibin. Kêfxwaşiya me Azadiya Serok e.

Baîda Cindo: Ez dixwazim Serok Apo were serê ciyayê Şengalê nava zaroka bilîze, me re henekan bike, me perwerde bike. Em gelekî hez Serok Apo dikin. Serokê me di zîndanê de ye, em dixwazin were gel me, azadiya Serok Apo azadiya zaroka ye”

Sakvan Hadî: Ez dixwazim biçim cem Serokê xwe. Ez pir hez Serokê xwe dikim, ji bo wê jî ez dixazim Serok Apo were Şengalê. Çima nahêlin zarok Serokê xwe bibinin. Dema Serok hat Şengalê ezê jê re kulîlkan kom bikim.

Harî dawî zarokan sitrana ‘Hatin YBŞ’ diyariya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin. Hin zarokan nikaribûn bi tilêyê xwe nîşaneya serketinê bikin, lê bi zorê be jî ji bo bidin nişandan ku hez azadiyê dikin tiliyê xwe bilind kirin û sloganên ‘Bijî Serok Apo’ qîr kirin.

(kom/zt)