Hesreta Nisêbînê di çavên Fahrettîn de dijî

09:07

JINHA

MÊRDÎN - Hêviyê Fehrettîn Bîcenê biçûk vegera Nisêbîna ku bi mehan berxwedan lê hat jîn. Fahrettîn diyar kir ku ew dixwaze vegere Nisêbînê û got ku, Nisêbîn bûye xewna şeva wî.

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê piştî qedexeyê, artêş û hêzên dewleta Tirkiyeyê êrîşên giran li hember qadên berxwedanê pêk anîn. Ji ber êrîşên qirkirinê gelek sivîl neçar man cih û warê xwe terk bikin. Zarokên ku şahidiya şerê giran kirine, hêviya wan vegere. Fahrettîn Bîcen yê 12'e salî diyar kir ku ew bi hesreta vegera Nisêbînê dijî û got êdî bila dawî li şer û qedexeyan bê.

'Em ê Nisêbînê nû de avabikin'

Fahrettîn da zanîn ku ew ligel malbata xwe nêzî mehek di jêrzemînê de mane û li ber xwe dane û wiha got: "Her tim ew roj tên bîra min, dengê tang û topan tu car ji bîra min naçe. Min gelek bîra Nisêbînê kiriye, dixwazim êdî vegerim. Em ê Nisêbînê nû de avabikin."

'Xewnê min êdî bûye Nîsêbîn'

Fahrettîn bi lêv kir ku, êdî Nisêbîn bûye xewna wî û wiha pêl da axaftina xwe: "Piştî ez ji Nîsêbînê derketim hatim gel dapîra xwe. Niha malbat li navçeya Kercosa Êlihê dijîn. Ez hertim xewnan dibînim, di nava hemû xewnên min de Nîsêbîn heye. Êdî ez naxwazim di xewne xwe de Nîsêbînê bibînim. Ji ber ez êdî dixwazim vegerim û rastiyê Nisêbînê bijîm."

(dt/rc)