Zarokên Hesekê: Ferqa DAIŞ'ê û rêjîma Baasê tune ye

09:03

Sorgul şêxo/JINHA

TIL TEMIR - Êrîşên hêzên rejîmê ku hovîtiyeke mezin pêk anîn, bêtirî xwe jî zarok bandor kir. zarokên Hesekê yên niha li Til Temirê dimînin gotin: "Tu ferq di navbera çeteyên DAIŞ û rêjîma Baas de tune ye. Rêjîm ji DAIŞ'ê xirabtir e."

Li bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê di encama êrîşên rêjîma Baas de gelek sivîl ku di navde jin û zarok jî heyî hatin qetilkirin. Êrîş bandorek mezin hem li ser jiyan hem jî ser derûniya zarokan kir. Zarokên ku bûne şahidê şer û neçar mane warê xwe terk bikin, hin ji wan li bajarê Til Temirê bi cih bûne. Li hember êrîşan zarokan bertekê xwe anîn ziman û gotin ku tu ferq di navbera DAIŞ 'ê û rêjîma Baasê de nemaye.

'Bila şervanên YPJ/YPG'ê tenê parastina me bikin'

Leyla Hisên (9) ya ji Taxa Xeşmana Hesekê ye wiha got: "Hesekê xweş bû, ji ber şer l ez û malbata xwe derketin. Hêzên rêjîmê bi top û balafirên xwe êrîşî me kirin. Gel berê xwe dan herêmên ewle. Em dixwazin vegerin Hesekê, êdî em naxwazin şer pêk were. Bila şervanên YPJ/YPG'ê tenê parastina me bikin."

'Şervan gelekk baş nêzî me dibin'

Felek Şukrî jî bi lêv kir ku ew êdî dixwazin nava aramiyê de bijîn û wiha domand: "Şervan pir baş nêzîk gel dibin, lê yên rejîmê gel dikujin. Li me didin. Rêjîm ji DAIŞ'ê xirabtir e. Ji ber vê em dixwazin rêjîm ji Hesekê derkeve, tenê şervan bimînin."

(en/rc)