Xalxaloka Zarokîstanê eleqeyeke mezin dibîne

11:14

JINHA

AMED - Qrêşa Xalxaloka Zarokîstanê ya girêdayî Şaredariya Peyasê ku sala çû dest bi xebatê kir rastî eleqeyeke mezin tê. Qrêş bi dema nû û amadekirinên xwe yên dawî re rastî serlêdanên zêde hat.

Şaredariya Peyasê li Qrêşa Xalxaloka Zarokîstanê perwerdehiya xweza, matematîk, dîrok, trafîk, werzîş û çand û hûnerê ku bi zimanê kurdî dide rastî eleqe û serlêdanên zêde tê. Dema qrêş vebû, kontejana polên qrêşê 20 kes bûn, lê îsal ji bo her polê 200 malbatan serî lê dan.

Der barê mijarê de berpirsiyarê qrêşê Demhat Zana Yildiz got: “ sala par dema me dest bi perwerdehiya qrêşê kir, me perwerdehî da 120 şagirtan. Bi dema me ya îsal re ji bo polên qrêşê me 20 kes veqetandine ku nûha em dinerin ji bo her poleyekê 200 kes dikevin serî li me dane. Sedemê vê serlêdana zêde ji ber ku em perwerdehiya xwe bi zimanê zikmakî didin û serkeftinên me ên mezin in. Ji ber vê rêveberiya şaredariyê ji bo cihên nû vekin û têxin xizmeta gel di nava tevger û xebatê de ne. Bi vê perwerdehiya ku em didin zarokên me çand û hûnera xwe ji bîr nakin û baş hîn dibin, bi taybetî jî ji bo pêşeroj û pêşketina zarokan dibe destpêk. Bi perwerdiya xwezayê re heskirina zarokan ya xwezayê û lê xwedîderketin ji bo me mînakek sereke ye.”

(rc)