Di temenê biçûk de dest bi xebatê dikin

09:08

JINHA

AMED- Zarokên bi navê Muhemmed û Diyar di temenên biçûk de barên giran danîne ser milên xwe. Da ku pêwistiyên xwe pêk bînin serê sibê radibin û berê xwe didin Parka Koşuyoluyê û dendikan difiroşin.

Gelek zarokên Kurdistanê di temenên xwe yên biçûk de barên giran datînin ser milên xwe. Zarokên li Amedê dijîn jî bi bethalbûna dibistanan dest bi karên av û dendikfiroşiyê dikin. Muhammed Kaya (10) û Diyar Kaya (9) serê sibê radibin û berê xwe didin Parka Koşuyoluyê. Da ku barê malbata xwe sivik bikin heya derengê şevê sênîkên dendikan li ser milê wane û dendikan difiroşîn. Heya êvarê 10- 15 lîra qezenç dikin û alîkariya malbata xwe dikin.

Sê mehên havînê dendikan difiroşîn

Muhammed anî ziman ku, dema dibistan dikeve betlaneyê, ew jî karê dendîkfiroşiyê dike û wiha got: "Ez sê mehên havîne dendikan difiroş im. Dema dendikên min xilas dibin ez carek din diçim sêniya xwe tijî dikim. Şûşeyeke dendikan didim bi 25 kuruşan. Pereyê ez qezenc dikim jî êvarê didim dayika xwe. Zarokên temenê wan wek min û yên biçûk jî tên av û dendikan difiroşin. Demeke nêzîk de daweta xalê min heye û ez niha pereyê xwe ji bo kincan ji xwe re bikirim kom dikim."

'Hewceyî kesî nabim'

Diyar Kaya jî destnîşan kir ku, ew jî serê sibê ligel hevalên xwe diçe Parka Koşuyoluyê û defika giran dide ser milên xwe. Diyar axaftenü xwa wiha domand: " Em 8 xwişk û birane. Ez jî alîkariya malbata xwe dikim. Dayika min pewistiyên xwe bi pereyên ez qezenc dikim distîne. Ez heya 10’ê şeve li parke dendikan difiroşîm. Di demen vala de jî li parkê bi hevalên xwe re dileyizim."

(hk-ra/rc)