Zarokên Şengalê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan

11:07

JINHA

ŞENGAL - Zarokên çiyayê Şengalê bi armanca şermezar kirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşek li darxistin.

Li Çiyayê Şengalê zarokan bi armanca şermezar kirina tecrîda girankirî ya li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşek pêk anîn. Di meşa zarokan de posterê Abdullah Ocalan, ala YBŞ/YJŞ û Meclîsa Şengalê hat hildan. Zarokan di meşa xwe de dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok Apo Jiyan Nabe" berz kirin, dexwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin. Meşa zarokan rastî piştgiriya jinên Şengalê hat û dayik jî tevlî meşa zarokan bûn.

'Eger Serokê me azad nebe em jî azad nabin'

Di meşê de zaroka bi navê Lîza Xalafê diyar kir ku ew azadiya Abdullah Ocalan dixwazin û wiha got: "Daxwaza me ew e ku Serokê me ji girtîgeha Îmraliyê derkeve û azad bibe. Eger Serokê me azad nebe em jî azad nabin. Ev salek û şeş mehe me tu agahî ji Serokê xwe negirtiye. Em rewşê Serokê xwe meraq dikin. Çalakiyên me heya azadiya Serokê me pêk were dê berdewam bike."

'Min dixwast Serok Apo gel me be'

Sana Elî jî anî ziman ku ew azadiya Abdullah Ocalan dixwaze û wiha pêde çû: "Min pir dixwast ku niha Serok Apo ji girtîgehê derkeve û ligel me jiya ba. Em dixwazin di demeke nêz de Serokê me azad bibe.”

'Em dixwazin Serokê me azad bibe'

Nişwan Şelan jî bi lêv kir ku wan ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya meşê pêk anîne û wiha domand: "Em dixwazin Serokê me azad bibe. Serok pir jî zarokan hez dike û em jî pir ji Serokê xwe hez dikin.”
Zarokan meşa xwe bi berzkirina dirûşmeya "Azadiya Serok Azadiya Ezîdxan e’ bi dawî kir.

( îh-da/rc)