Ji objektîfa zarokan Sûr

09:01

Medîne Mamedoglu/JINHA

AMED – Di bin bana Çand û Hunerê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de ji bo zarokên Sûrê Atolyeya Wêneyan hat vekirin. Wêneyên zarokên tevlî atolyeyê bûn di rojên pêş de wê bi pêşangehekî bên pêşkêşkirin.

Li Sûrê di şerê hat jiyîn de yên herî zêde bi bandor bûn zarok bûn. Zarokên şahidiya vê kirin hinek bernameyan pêk tînin. Yek ji van jî atolyeya wêneyane. Di bin bana Serokatiya Daîreya Çand û Hunerê ya Şaredariya Bajarê Mezin de atolyeya wêneyan hat vekirin û bi dehan zarok beşdar bûn.

Hîndekera kursê Kîbar Suvarî da zanîn ku ew bi salane bi zarokan re atolyeyê dike û got wê piştî qedexeya yekem dest bi atoleyeyê bikirana lê ji ber demek dirêj kes nekaribû bikeve Sûrê dereng kurs vekirine û got: “Em li vir destpêkê hest û nêrînên van zarokan bi awayekî her baş hîn dikin. belkî zêde li cihê qedexe neman lê şahidiya dengê top û bombeyan kirin. Şer bandorek mezin li ser zarok û mirovên wir kirin. Ez di vê mijarê de banga piştgiriyê li hunermendan dikim. Bila bikevin Sûrê û bila zarok û jinên wir re eleqeder bibin.

Zarokên tevlî atolyeyê bûn ev tişt gotin:

Zilan Menteş (12): Em li vir bi wêneyan hinek tiştan hîn dikin. em bi mamosteyên xwe re diaxivin. Ez hatim vir û ev pîşe eleqeya min kişand. Ez bibim wênekêş ezê Sûrê bikişînim. Ezê cihê şer, derdora Sarayakapi bikişînim. Ji ber her kes wan deran mereq dike.

Baran Sesîguzel(12): Me gelek tişt hîn kirin. Ez li Sûrê dijîm. Wênekêşa min hebe ez destpêkê mînareya çar ling dikişînim. Tevî her tiştî wê şahidiya her tiştî kiriye. Ew bi bibîranînên xwe wê pir xweş derkeve. Ev kurs ji bo min gelek xweşe.

Yagmur Başaran(12): Min bûyer bi saya vê kursê ji bîr kirin. Ez niha baştirim.Piştî hatim vir min xwest wênekêşek min hebe. Ez dixwazi ev kurs qet neqede.

(hu)