Zengila Perperoka zarokan lêket

13:48

JINHA

WAN - Krêşa Zarokan a Perperok ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve bi kurdî xizmeta perwerdehiya zarokan dikir, dest bi perwerdehiya zarokan kir.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê sala par ji bo perwerdehiya zarokan bi navê Perperok Kreşa zarokan vekiribû. Qreşa Zarokan a Perperok ku sala par dest bi perewerdehiyê kir, dest bi serdema duyemîn kir. Li Kireşa Perperok 75 zarokên ku temenê wan di navbera 2 sal û 6 salî de ye tên perwerdekirin. Kireşa ku sala par 18 xwendekar mezun kirin, dersên matematik, drama û muzikê tê dayîn. Dîsa dê listikên gel û dersên werzîşê jî bên dayîn. Ji bo zarokan odeyên razanê û tenduristiyê jî hatin vekirin. Malbatan diyar kirin ku ji bo pêşxistina kurdî ev qirêj ji bo qan gelek watedar û girîng e.

(zt)