Zarokên ku şûna şer û xirabiyê aramiyê hêvî dikin

10:31

JINHA

MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê 163'ê roje bi aweyek nîv demî 'qedexeya derketinê' lê berdewam dike. Her çiqas dewlet di êrîşa xwe de tahrîbatên mezin li ser derûniya zarokan avakiribe jî cardin dexwazê zarokan başiye. Zarokên ku bi mehane şahidiya komkujiyê bûne dibêjin "Ew ê başî bi serbikeve û nebaşî têk biçe" her wiha azadî û aştiyê dixwazin.

Li hember êrîşa hêzên dewletê li Kurdistanê gel bi berxwedanê helwesta xwe nîşan da û îro bêy ku axê xwe terk bikin, di konên xwe avakirine de berxwedidin. Têkîldarê qedexeyê derketina kolanan ya ku 5 meh li Nisêbînê berdewam kir de me nêrînê zarokên ku li gundê Bawernê bi cih bûne girt.

'Em dixwazin bilîzin lê nikarin derkevin derve'

Kevsera 12'e salî ya ku dibêje "Qedexeyê derketinê, mirine. Ne tiştek başe" wiha berdewam dike: "Mirov nexweş dikevin lê nikarin herin nexweşxanê. Em dixwazin bilîzin lê nikarin herin derve. Di dema qedexeyê de polîs dikevin nava malan. Zarokan qetildikin. Em êdî naxwazin li Nisêbînê qedexe pêk were. Jiyana me li Nisêbînê gelek başbû. Lê me derxistin û niha em li vir di van konan de bi cih bûne. Dayikên me li wir me xwedî kir. Em naxwazin dûrî Nisêbînê bijîn, bila em li navde bimirin. " Kevserê diyar kir ku azadî xweşe û wiha pêde çû: "Azadî mirovan qetil nake, birîn nake. Em aştî dixwazin. Êdî bila sînor û qedexe rabin.

‘Xwerêveberin tê wateya aştiyê'

Emîneya 11'e salî jî anî ziman ku ew êdî dixwazin azad li kolanan bilîzin û wiha got: "Bila aştî pêk were û em vegerin malên xwe. Bila êdî zarok, dayik û bav nemirin. Di dema qedexeyê de dewletê top avêt mala me dapîra min ji lingê xwe ve birîndar bû. Qedexe tê wateya mirinê. Dewlet pere dide polîsan û dibêje her der xirabikin. Erdogan dibêje 'eger malê wan xirab bibe em ê xaniyên nû çêkin'. Tev derewin. Bila qedexe rabe û aramî bê. Em dixwazin wek e berê li kolanên xwe bilîzin. Em li vir azadin. Min bîra heval, dibistan û malê xwe kiriye. Em êdî aştî dixwazin. Xwerêveberin tê wateya aştiyê."

'Zaroktiyê me ji me birin'

Kaderê jî da zanîn ku gava qedexeyê ew di jêrzemîna mala xwe de xwe parastine û wiha dewam kir: "Bêhna me tangbû hundur de, em derdiketin derve topan davêtin ser me. Gelek xizmên me birîndar bûn di êrîşan de. Dewlet mala me şewitand. Mafê me yê jiyanê ji me standin. Em hatin vir û di konan de ne avê me ne jî elektrîka me heye. Em dixwazin dest bidin destê hev û jiyanê nûde avabikin. Şer bi her aweyî xirabe. Ji ber mirov dimirin. Şer tirs çêdike. Êdî bila Erdogan fermana xirakirinê şer nede. Em dixwazin bibin yek dengî. Dest bidin destê hev zerarê nedin kesek."

'Bila têlan rakin em vegerin malê xwe'

Evîndarê jî got ew aştî û azadî dixwaze û wiha domand: "Bila Têlan rakin em dixwazin vegerin malên xwe. Em dixwazin tevî zarokan bilîzin. Em vegerin dibistanê û xwendina xwe bidomînin. Em dixwazin aram bijîn."

Evîına 9'e salî jî bi lêv kir ku ew dixwazin êdî ji konan derên û vegerin mal, tax û dibistana xwe û wiha dirêjî da gotina xwe: "Em dixwazin bilîzin. Qedexeyê derketinê tê wateya Erdogan û polîs. Ji ber topbaranê em nikarin vegerin malên xwe. Dewlet şer dixwaze. Em aştiyê dixwazin.

‘Bila her kes piştgirî bide em ê têlan rakin'

Mehmet yê 12'e salî jî wiha got: "Dewlet xaniyan xira dike mirovan qetil dike. Qedexeyê derketinê tê wateya mirinê. Zarok dimrin, dayik ji bo wan digrîn. Em vegerin Nisêbînê û jiyanê nû de avabikin. Bila her kes piştgirî bide me em têlan rakin û vegerin warê xwe. Wek berê em bilîzin. Azadî tê wateyê jiyanê. Niha em çi bikin jî em azad nabin."

'Em dixwazin vegerin warên xwe'

Delalê ya 14'e salî jî wiha axivî: "Dewlet ne başe, Erdogane. Qedexe îlan dikin û her kes qetil dikin. Dapîra min mir û me nekarî ew wê veşêrin. Bi alên spî em me cenaze bir morgê. Piştî li nexweşxanê ma me ew bir goristanê veşart. Em dixwazin bila aştîı were û qedexe bi dawî bibe. Kes Nisêbînê terk nekir. Em li warên xwe dikarin nefes bistînin. Em azadî û aştî dixwazin."

(kom/rc)