Li kolanên Sûrê dengê berxwedanê Bersu

09:13

JINHA

AMED – Gelê Sûrê berxewdana kuş op li kolanan hişt didin jiyandin û zarok jî stranên ku ji wan mane vedibêjin.

Qedexeya derketina derve ya di 2’ê Qanûna 2015’ande li Sûrê hat destpêkirin hîna li 4 taxan berdewam dike û bi berxewdana ku bi mehan berdewam kir, li gelê navçeyê û bi taybet jî li ser zarokan bandorek mezin hiştiye. Jin diyar dikin ku berxwedêran her tim ew parastine û wê her tim wan bibîr bînin. Zarokên nû hatine dinê jî navê berxwedêran digirin.

Zarokên ku navê Zinar, Berxwedan, Rêber bidin jiyîn, yê ku bîranînên wan bînin ziman jî dengê Bersuyê ye. Bersuya 6 salî ya li taxa Lalebey dijî, berxwedana Kobanê û Sûrê bistranan vedibêje. Stranên berxwedêran dubare dike. Bersu dema qedexeyê strana Nuda, Ah Kobanê û sirûda Rojava guhdar dike.
Strana xwedaveda

Bersuya strana Nudayê ya jê re dibêje ‘strana xwedavendan’wiha dibêje: “Ez van stranan jiber dizanim. Ez ji berxwedêrên vir re dibêjim. Min dengê wan dibihist. Xeyala min ya herî mezin eve ku berxwedêrên ku stranên wan vedibêjim bibînim.”

(mm\hu)