Kawa û Egîd ji bo avakirina mala xwe hesinan difiroşin

09:02

JINHA

COLEMÊRG - Dû zarokên birayên hev Kawa û Egîd tiştên ku di xaniyê wan de hatî şewitandin hesinên wan difiroşin û pereyên qezenç dikin ji bo avakirina mala xwe didin hev.

Piştî li navçeya Geverê rêveberiya cewherî hat îlankirin hêzên dewletê jî di 14'ê Adarê de "Qedexeya derketina Kolanan" îlan kir û Gever dorpêç kirin. Hêzên dewletê di dorpêça 79 rojan de bi hezaran xanî xera kirin û şewitandin. Piştî dorpêç bi dawîbû gel ê Geverê dîsa vedigerîn taxên xwe. Hemû welatî dest bi înşa kirina Geverê kirin û berdewam jî dike. Zarok û mazin ji bo ji nû ve avakirina Geverê destê xwe dikin bin kevir de.

Zarokên Geverî yên ku avahiyên wan jî aliyê hêzên dewletê ve hatî şewitandin di binê avahiyên hilweşandî de ji serê sibê heya derengî şevê xurdeyan belav dikin û difiroşîn. Zarok pêşiyê hesinan bi agiri dihelînin, piştî wan rê dikevin û berê xwe didin xurdeciyan. Xurdayê xwe bi 10- 15 lîreyan difiroşin û bi wan pere yan avahiyên xwe ji nû ve avadikin. Zarokên taxa Gungorê di avakirinê de alikariya malbata xwe dikin. Du birayên hev Kawa Çiftçî yê 10 salî û Egîd Çiftçiyê 8 salî diyar kirin ku ew jî li gorî dikarin ji bo avakirina mala xwe dixebitin û perê berhev jî dikin didin bavê xwe.

'Bavê min tenê nikare mala me ava bike'

Kawa da zanîn ku ew û birayê xwe Egîd jî ji bo avkirina malê alîkariya malbata xwe dikin û wiha domand: "Mala me pir xweşbû. Em di mala xwe de gelek keyfxweşbûn. Dema ku em vegeriyan Geverê wê demê avahiyê me şewitandibûn û hemû tiştê me şikandibûn. Bavê min tenê nikare avahiyê me ji nû ve avabike. Ez û birayê xwe bi hev re alîkariya malbata xwe dikin, da ku di demek nêzîk de em aramîya xwe wek berê bijîn."

'Pereyê ji bo xanî kom dikim didim bavê xwe'

Egîd ê ku bi dilê mazin bawer xwe dike, da ku di demek nêz de vegerin ser aramiya xwe ya berê jî serê sibê heya derengî şevê hesinan berhev dike û difiroşe xurdaciyan. Egîd diyar kir ku xaniyê wan hemû hilweşandine û wiha dom kir: "Em mezelekê de dijîn. Wek hemû kesan em jî tangasiyan derbas dikin. Kes tuneye alîkarê bide bavê min ji bo wê jî ez û birayê xwe hesinan berhev dikin û pere yê kom dikin jî didin bavê xwe." Egîd anî ziman ku hêzên dewletê hemû tiştê di mala wan de şikandine. Egîd destnîşan kir ku ew tiştên wek televîzyon û sarinc yên hatî şikandin hesinên wan kom dikin û difiroşîn. Daxwaza Egîd jî wek hemû zarokên Geverê aştiye.

(kom/zt)