Ji bo zarokên Sûrê atolya wêneyan

12:50

JINHA

AMED - Şaredariya Amedê ji bo beşekî jî travmaya li ser zarokên Sûrê yên ji şer bi bandor bûne bavêje, atolyeya wêneyan vekir û gelek zarok di atolyeyê de dê 8 hefteyan xebatê bimeşînin.

Koordînatora Wêneyên Galeriya Hunerê ya Şaredariya Amedê Kîbar Suvarî, ji bo piçekî be jî travmaya şer li ser zarokên Sûrê ya Amedê bide avêtin, atolyeya wêneyan vekir. Kîbarê diyar kir ku di atolyeyê de zarokên 11-13 salî dê 8 hefteyan di atolyeya wêneyan de cih bigirin. Kibarê bi lêv kir ku zarok di aliyê xêzkirina wêneyan de gelekî serkeftî ne, dixwazin bi vê riyê zarokan bi pêş bixin û wan tevli jiyana civakî bikin.

Xebata atolyeyê ya li Navenda Çanda Dîcle û Firatê ya Dengbêjan de tê meşandin, beşên wekî lîstikên xwenasînê, hêst, fikir, (xebatên kolaj û wêne) çêkirina camera obscura, ji qutiyên sergoyê çêkirina mercekê, dûrbîna çîçekî, wênekêş, teknîkên kişandina lîstokan, afrîneriya fikir û pêşxistinê, kişandinên xweser, xandina wêneyan, piştî projeyê dê zarok çi hîs bikin û ji bo pêşxistinê nivîsandina nameyan jî di atolyeyê de cih digirin.

Piştî atolye biqede dê wênekêş ji bo zarokan bên diyarî kirin.

(rc)