Zarokên Geverê: Bi makîneyên xwe biranînên me hilweşandin

09:04

JINHA

COLEMÊRG - Zarokên Geverê diyar kirin ku ew êdî Geverê nasnakin û gotin: "Em nikarîn li kolanan lîstikên xwe bilîzin. Em êdî kolanên Geverê nas nakin. Bi makîneyên xwe avahî û bîranînên me hilweşandin."

Navçeya Gevera Colemêrgê a ku 79 rojan dibin êrîşên giran ên hêzên dewletê de li ber xwe da, li gel hemû astengiyan vegeriyan li ser axa xwe. Li gel biryara hilweşînê ya Lijneya girêdayî Wezareta Bajêr û Hawirdorê ya derbarê malê wan hatiye girtin û dest bi avahî hilweşandinê kirine. Gelek malbat li gel zarokên xew bi wî rewşê aciz dibin, ji ber ku jiyana wan li ser avahiyên wan bi wate dibe. Zarokên li taxa Cumhuriyetê jiyan dikin diyarkirin ku ew hesakin avahiyên wan bên hilweşandin û wiha gotin: "Li gel avahiyên me hemû xeyal û biranînên me jî bi makîneyên xwe hilweşandin."

'Biranînên me jî hilweşandin'

Murat Yîgît ê 10 salî ku qada listikên wan jî li gel malên wan xira kirine wiha axivî: "Em bi hevalên xwe re gelek keyfxweşbûn. Me kolanên xwe de azad lîstikên xwe dilîstin. Dema ku qedexe hat Geverê wê demê em çûn Colemêrgê. Me her roj di got ka em ê kengî vegerin li ser axa xwe. Dema ku qedexe hat rakirin wê demê em hatin me dît avahiyên me hatine şewitandin û hilweşandin. Piştî wê biryar girtin avahiyên me hemû hilweşandin. Em gelek xemgînin. Hemû leyîstokên min û bisîkleta min jî man bin ê avahiyê me de. Ne tenê ew, hemû tiştên me bi makîneyên xwe wek avahiyên me xira kirin."

'Her der xirakirine em êdî cihê mala xwe nasnakin'

Bîrhat jî wek hemû zarokên Geverê li gel malbata xwe dema ku qedexe derket Koçberî bajarê cuda bû. Bîrhat ê ji hemû leyîstok û tiştên ji bo wî girîng di mala xwe de hiştibû bê par mayî wiha got: "Em zarok tu caran şer naxwazin. Em hes dikin ku lîstikên xwe di kolanên xwe de azad bilîzin. Berê Gever pir xweş bû, lê niha hemû avahî hatine hilweşandin em Kolanên Geverê nasnakin. Em hes dikin ku wek berê bijîn. Niha jî bo me ne avahî ne kolan hiştin em zarok dê çi bikin."

(kom/zt)