Bi çavê zarokên Şengalê ferman

09:18

Delîla Axîn /JINHA

ŞENGAL - Zarokên Şengalê yên komkujî bi çavê xwe dîtîn û jiyan kirîn gotin: "Zarokên ji tîna mirin me bi çavê xwe dîtin. Hevalan em rizgarkirin. Ji bo wê em gelek ji wan hez dikin."

Hemu kesên di 3'ê yê Tebaxê de li Şengalêbûn behsa êşa xwe kirin. Lê vêcarê ka em bi çavê zarokan fermanê nas bikin. Zarokên ku ji temenê xwe mezintir êşa fermanê jiyan kirin behsa çîroka xwe ji me re kirin. Bi hezaran zarokên wek kulîlkên biharê, ji tîn û birçîbûnê divê fermanê de mirin. Lê piştî hatina gerîlayan ya heremê zarokên çiyayê Şengalê bi hêviyên azadiyê li ser xaka xwe jiyan dikin.

Zaroka bi navê Serhildan Xêrî wiha behsa çîroka xwe kir: "Em hemû li vangeliyan re revîn zarok ji tîn û nêza mirin û pêşmerge ji pişt me revîn piştra heval hatin bi me ve. DAIŞ hat em revîn em ketin şikeftekî de hertim dayîk û bavê min derdiketin derve û dengê fîşekan dihat. Piştî dengê fîşekan sekinî me baz da. Em çun bin darekê hemî milet li bin daran de bûn. Ji tî birçîna gelek mirin, av nebû vexwerana, xwerin nebu bixwin. Dema DAIŞ hatî em pir tirsiyan. Lê niha em natirsin ji ber em xurtbûn. Dema wesayitên hevalan ser cadê re diçin em tilya xwe bilind dikin em dibijin 'Bijî Serok Apo.' Em gelek ji hevalan hes dikin."

Zaroka bi navê Sediya Dexîl jî wiha axivî: "Em ji gundan hetanî çiyê meşîn. Di rê de gelek hevalên me mirin. Me beriya fermanê li malê bi hev re dilîst, em gelek kêfxweşbûn. DAIŞ hat zarok kuştin, di dema revê de zarok ji tîn û birça mirin, şîrê hinek zarokan jî nebû bixwin. Pêşmerge ji pişta me bazda. Heval hatin em xillas kirin. Em gelekî kêfxweş in."

Zaroka bi navê Mersîla Naîv jî wiha dibêje: "Em di roja fermanê de ji Rabîa reviyan, em wê şevê li erdê razan. Av nebû em vexwin, xwarin nebu em bixwin. Birayê min çû tasek av anî, ew jî germbû. Em pir tî û birçî bun. Em hemu revîn mala cînarê me. DAIŞ hat keç û jinên wen girtin. Birayê min ji me re got keç û jinên cîranê me girtin, em zû birevin de em nekevin destê wan. Em revîn. Hevala em xilas kirin. Ez pir ji YBŞ'ê hez dikim. Ez tim tiliyê xwe ji wan re bilind dikim û dibêjim 'Bijî Serok Apo.' Ew nebana dibe ku em hemû bimirana."

(zt)