Kevokên xwe ji bo azadiya Şirnexê difirîne

12:23

Aysel Işık/JINHA

ŞIRNEX- Zarokên ku herî zêde ji êrîşê qirkirinê yê dewletê bi bandor dibin, piştî qedexeyê tiştên xwe yê herî bi nirx girtin gel xwe û ji bajêr derketin. Yek ji van Osmanê ku Kevokên xwe terk nekiriye û ligel xwe girtiye. Osmanê ku dibêje "Ez bîra Şirnex û Kevokên xwe dikim. Kevokên min her roj ber bi çiyayê Cudî ve difiriyan."

Li Kurdistanê gelê Botanê parê xwe ji polîtîkayên dewletê yên wek tune kirin, koçber kirin û înkar kirin girtiyê. Gelê Botanê li gel ku bedelên giran dane jî ji dîrokê heya niha berxwedana xwe berdewam kirine. Gelê Botanê piştî îlan kirina parastina cewherî, bûn hedefa êrîşên dewletê. Li hember êrîşên dewletê gelê Botanê axê xwe terk nekirin û neçûn bajarên tirkan. Zarokên Botanê bi temen piçûkbûna xwe di farqa tundiyên dewletê denin. Zarokên Botanê mîrateyê berxwedana mezinên xwe berdewam dikin.

Zarok kevokên xwe ber bi Cudî vê difirînin

Ji van zarokan Osman Bartin yê 12 saliye. Osman li taxa Dîcleya Şirnexê jiyan dike û kevokên xwe li ser kuluba serê ban ber bi Gabar ve difirîne. Zarok ji 14’ê Adarê ku ‘Qedexeya derketina kolana’ hatiye îlan kirin ji malên xwe durin. Osman jî yek ji wan zarokên ku piştî qedexeyê derketiye û tiştên herî bi qîmet kevokên xwe li gel xwe biriye. Osman li gel malbata xwe li gundê Avgamasiya di konên ku ji gund 10 km dur de dijî. Osman kevokên ku binav kirî ber bi Cudî ve difirîn ê.

‘Min bêriya Şirnexê kiriye’

Dema me ji Osman behsa kevokên wî kir ev bersiv da me, “Ez li taxa Dîcle dimam û min li ser ban kulubê ji kevokên xwe re çêkiri bû. Her roj min kevokên xwe ber bi Çiyayên Gabarê ve difirandin. Dema kevokê min li Şirnex bûn pir kêyf xweş bûn. Piştî qedexe li Şirnex hat îlan kirin min ne xwest kevokên xwe li Şirnex bi hêlim û min kevokên xwe jî li gel xwe anî. Niha min li ber kona kulubê ji kevokên xwe re çêkiriye. Dema ez ji Şirnexê veqetiyam min navek din li kevokên xwe kir. 50 kevokên min hene û navên wan evin Yoldaş, Bahoz û Devrîm e. Ez kevokên xwe ji vir ber bi Cudî ve difirînim lê min bêriya Şirnex û kevokên xwe kiriye.”

(dt/rc)