Zarokên Rihayê ji bo piştgiriyê li Geverê ne

09:05

JINHA

COLEMÊRG - Zarokên ji Rihayê berê xwe dan Geverê û diyar kirin ku armanca wan ew e ji bo zarokên Geverê bibin alîkar û hevaltiyek xweşik li gel wan derbas bikin.

Ji bo avakirina navçeya Gevera Colemêrgê xebatkarên dildarên ku ji der ve hatine her diçin zêde dibin. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Rihayê jî li Geverê ne, gel dayikan zarokên Rihayê jî hatine. Zarokên bi navê Ruken Ogur (10) û Zozan Polat (15) salî jî ji bo keda wan di xwêya xebatên ji nû ve avakirina Geverê de hebe li gel dayikên xwe hatine. Li gel temenên xwe yê biçûk bi dilê xwe yê mazin zarokan berê xwe dane Gevera Rengîn. Ji zarokan Ruken got: “Ez bi Geverê bandor bûm û min hes kir bêm zarokên Geverê bibînim û li gel wan bijîm û polîtîkayên hikumeta AKP’ê yên li vêderê ji her kesê re bêjim.”

‘Armanca min ew e ez li gel zarokên geverê bibim heval’

Ruken da zanîn ku we berê çuye Kobanê û li gel zarokên wê derê jî dem derbas kiriye, piştî wê çûye Cizîrê û li wir jî hemû êşên giran di dilê xwe yê biçûk de vêşartiye. Ruken wiha berdewam kir: “Ez hes dikim li her deverên rewşa wan giran bigerim bibînim ka jiyana wan çawa ye zor û zehmetî çawaye. Ez jî ber zarokan digerim. Ez jî zarokim, hewcebû hemû zarokên di nava şer de jî wek min bi lîstikên xwe bilîzin, lê mixabin şerê dewletê nahêle. Armanca min ew e ku ez li gel zarokên di cihên şer de bibim heval.”

‘Ji ber şer ê qirêj derûniya zarokên wek min xira bûye’

Ruken li gel temenê xwe yê biçûk di qadên şer de bê tirs û bi hêz digere û zarokên di temenê xwe de dike hevalên xwe. Her cihê ku Ruken çûyî bandorek mazin û cida li ser w ê hiştiye. Ruken ê bandora Geverê li ser kirî jî wiha anî ziman: “Em li gel dayikên aştiyê çûn mala dayikekê, zarokê wan hêbû, dema ku ez nêzîkî zarokbûm gelek tirsiya û xwe ji min dur xist. Min got dayika wê çima wisa dur ket? Dayikê ji min re got: ‘Dema ku şer destpêkir wê demê ji ber dengê top û tankan gelek tirsiyaye.’ Ez ji bo wê zarokê pir xemgîn bûm, ew ji dilê min dernakeve.”

‘Ez ê ji bo zarokên Geverê destê xwe bikin min kevir’

Zaroka bi navê Zozan Polat jî li gel dayika xwe rêketiye û hatiye Geverê jî wiha axivî: “Ez û Ruken ji bo piştevaniya welatiyên Geverê hatin. Em li Kolanên Geverê geriyan, di wan kolanan de gelek tiştan bandora li min kir. Avahiyên hemû welatiyan şewitandine. Di ruyê zarokan de tirs gelek heye. Em jî da ku hêvîyê wan zarokan wek berê bikin dê li vir bin.”

Zozanê diyar kir ku bila hemû kes werê li vir wan rastiyan bibîne û got: “Kîmyasal avatine avahiyên hemû kesan, şopên guleyê wan hemû di dîwaran de heye. Dema ku zarok lê dinêrin bîra şer tê bîra wan û derûniya wan xira dibe.” Zozan ê bilêv kir ku dayika wê vegere Rihayê jî ew dê demek dirêj ji bo zarokên Geverê û înşa kirinê destê xwe bike binê kevir de û bimîne li Geverê.

(kom/zt)