Ligel êşên şer Welîd bi hêvî dikene

09:07

Denîz Yeşîlyurt/JINHA

MINBIC - Welîd ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê dayîka xwe wenda dike û bavê wî niha di destê çeteyan de girtiye. Welîdê ku xwe ji hovîtiya çeteyan rizgar dike û tevlî bapîrê xwe hewl dide xwe bighîne şervanên meclîsê pêl mayîna çeteyan dike û mayîn diteqe. Ji ber teqîna mayînê hîna li ser rûyê wî şopên birînê diyare. Welîd ku ligel temenê xwe yê biçûk ewqas êşên mezin hewandiye, bi rûkeniyek li hewirdorê xwe dinêre.

Zarok her dem bê agahî bi yek carê xwe di nava pêlên şer de dibînin. Şerên giran her gav xeyalê zarokan diziye û neçarî koçberiyê welatên cuda ku ziman wê nasnakin û nizanin dibin. Zarok birînên şer di dil û çavên xwe de diyar dikin. Çîroka Welîdê 10 salî ya ji Minbicê dişibihe tevahî zarokên din. Bi sayê şervanên meclîsa Minbicê Welîd koçî welatek din nekir û li cihek ewle dimîne.

Welîd û bapîrê xwe ên ku ber bi azadiyê ve dimeşin pêl mayînê dikin

Ji ber ku çete nexweşxane qedexe dike dayîka Welîd jiyana xwe ji dest dide. Welîd ji ber napeyive metê wî ber wî ve tercûmaniyê dike. Ligorî vegotina metê Welîd, diyar dike ku Welîd ligel du bira û xweşkek xwe niha bi tenê dijî. Metê Welîd diyar kir ku bavê Welîd jî ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatî girtin û wiha got, "Dema êrîşê çeteyên DAIŞ'ê giran bû jinbavê Welîd zarokên xwe girt û Minbicê terk kir. Lê Welîd xwedî li bapîrê xwe derket. Dûvre ji ber zilma çeteyan Welîd tevî dapîrê xwe hewl didin bajêr terk bikin. Lê herdû pêl mayîna ku çeteyan çandine dikin. Şervanên Meclîsa Minbicê wan rizgar dike. Tedewiya dapîrê Welîd berdewame dike."

Welîd ku niha ligel şervanên meclîsa leşkerî dimîne, bi kenê xwe yê asîl di objektîfên me de diyar dibe.

(rc)