Li gundan zarok di nava xwezayê de azad dijîn

09:03

Hatîce Kaya- Dîlan Babat/JINHA

WAN - Li gundan zarokên ji hemû qerêjiyan dur dijîn gotin: "Em zarokên xwezeyê ne, bi jiyana li zozan û çiyayan keyfxweşin."

Gundê Kelahê yê Şaxa Wanê di sala 1989'an de ji haliyê hêzên dewletê ve hatiye şewitandin. Li gel hemû şewata gund, tindî, zorî û zehmetiyan ji jiyana gund berdewam dike. Li nava gund ji zarokên biçuk heya kal û pîran keda her kesê heye. Ev du sal e zarokê bi navê Şahîn Bîtmîş ê 10 salî şivaniya 100 mihan dike, birayê wî jî alîkariya bavê xwe dike û giya diçine. Birayê Şahîn Ozgur Bîtmîş ê 12 salî jî, her roj heta derengiya şevê nobedariya ajalan dike. Xwişka wan a 11 salî Seher Bîtmîş jî li gel dayika xwe karê çandiniyê dike. Weke vê malbatê di nava gund de kes betal û bê kar nine.

Şahînê biçuk 2 salin şivane

Şahîn di 8 salîya xwe de dest bi şivaniyê dike û 2 sale şîvanê 100 miha ne. Bavê Şahîn ajal standine û jê ra gotiye ku bila ev bibe karê te. Şahîn behsa jiyana xwe ya gund û şîvantiyê wiha kir: "Ez her sal li gel malbata xwe têm zozanan. Ez serê sibê radibim û ajalên xwe dibim zozanan heya demê nîvro. Bi mehane ez pez bêrî dikim. Dema bêrîvan tên ez pez tinim ser bêriyê dema ku karê bêrîvana qediya dîsa rêya xwe didim çiya û zozanan heya êvarî. Ez ji vî karê xwe hez dikim û bi heskirin dikim."

'Bêhna me li gundan derdikeve'

Şahîn jî weke hemû zarokên gund ji teknolojî û kaputalizmê dur bi tevahî din ava çanda xwezayî de dijîn. Şahîn ji bo jiyana xwe û zarokên gund wiha axivî: "Li vir televîzyona me tuneye. Dema ku karê me qediya, em li gel xwîşk û birayên xwe lîstîkên xweşik di çiyayan de dilîzin. Demê razanê jî dayika me ji me re çîrokên xweşik dibêje û em radikevin. Gund gelek xweşe, bêhna me li gundên me dertê."

'Em ji xwezayê û çiyayan hez dikin'

Birayê Şahîn, Ozgur Bîtmîş (12) ê heya êvarî li gel bavê xwe gîya di dirû û dema ku dibe êvar şîvaniyê dike jî got: "Em her sal dema ku dibistanên me tê girtin li gel malbata xwe tên zozanan. Bêhna me li gundê me tê. Em li gundê xwe di nava xwezayê de mazin dibin."

'Ez her sal li gel malbata xwe têm gundan'

Seher Bîtmîş (11) jî wiha behsa jiyana gund kir: "Li gel malbata xwe her sal têm zozanan. Ez li gund gelek keyfxweşim. Jiyana gund pir xweşe. Ez bajar de ew qas keyfxweş nabim lê belê dema ku têm çiyayan xwezayê dibinim keyfxweş dibim. Em fêkiyên xwe ji bi destê xwe çêdikin. Bostanek me biçûk heye. Kaniya me li ber deriyê meye. Em ser wê kaniyê bostanên xwe av didin. Di nava bostanê me de firengî, kartol, mor û zebzeyên cuda hene. Li gund di nava çiyayan de bêhina me tê."

(hk-db/zt)