Li zozanên bilind lîstokên zarokên koçer

09:06

JINHA

WAN - Zarokên koçer ên ku her sal li gel malbata xwe ji Cizîra Botanê berê xwe didin zozanên Şaxa Wanê di nava ahengiya xwezayê de dilîzin.

Zarokên ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, havînan li gel malbata xwe tên zozanên girêdayî gundê Kelahê yê navçeya Şaxa Wanê diyar kirin ku ew bi azadî li zozanan dilîzin. Zarokên koçer ên temenê wan biçûk karêgiran dikin û alîkarê malbatên xwe dibin. Nêzîkî sê mehan zarok li gel malbatên xwe li zozanên bilind dibin konê reş de jiyana xwe berdewam dikin. Zarok hem alîkariya malbatên xwe dikin, hem jî bi azadi listokên xwe yên zarokatiyê dilîzin.

Zarokê Cizîrê Suleyman Hezar ê 7 salî yê li gel malbata xwe hilketî zozanan got: "Em havînan tên zozanan. Em gelek zarokên Cizîrê li virin û bêhna min jî gelek li gel hevalên min tê. Em bi hev re li çiyayan digerin, lîstikan dilîzin û karê xwe jî dikin. Dema ku em Cizîrê malên me hatin hilweşandin, li wan deran şer destpê kir. Me zarokan nedikarî derbikevin kolanan û lîstikên xwe bilîzin. Lê em li çiyayên azadin ji ber wê em ji çiyayan hez dikin. Hêvî dikim ku em zarok her tim wisa azad bijîn."

'Em dizanin azadî li zozanan heye'

Hediye Ecet a 10 salî jî rojê şivaniyê dike êvaran jî li gel hevalên xwe deme xwederbas dike. Hediye jiyana xwe ya zozanan wiha anî ziman: "Em serê sibê radibin mihên xwe berdidin, heya êvarî li ber pezin. Dema ku bêrîvan tên cihê bêriyê, em jî pez tînin ser bêriyê. Heya êvarî em bi karê me şivaniye. Dema ku karê min xelas dibe wê demê li gel hevalên xwe dilîzim. Dema ku em Cizîrê me listîk nedilîst, malên me hatin şewitandin, Cizîr hat xirakirin. Em niha hatin zozanan."

(hk-db/zt)