Çavkaniyê kêfxweşiyê zarokan tenê cokên avê ne

09:03

JINHA

WAN- Zarokên Erdîşê bi hatina germa havînê re, xwe davêjin cokên avê û hewl didin canê xwe hênik bikin.

Li navçeyê Erdîşa Wanê bi hatina demsala havînê û zêdebûna germahiyê re, zarok xwe davêjin cokên avê û hewl didin canê xwe hênik bikin. Li herêmê ji ber hewizên giştî ji bo zarokan ne hatî çêkirin, zarok avên cokê tercîh dikin. Ligel ava cokê dibe herî û gemare zarok lîstik û melavaniya xwe berdewam dikin. Cok ji ber qirêje tenduristiya zarokan dixe nava tehlûkeyê de.

Wêne: Vîldan Atmaca

(va/rc)