‘Bûyerên me jiyan kirî bila tu zarok nejî'

10:28

Medîne Mamedoglu/JINHA

AMED – Havîna 9 salî ya ku piştî îlankirina parastina cewherî bi mihan bû şahîde êrîşên hêzên dewletê û bal kişand ser biryarê OHAL'ê hat îlan kirin û wiha got: “Eger tiştên ku me jiyan kir zarokên çepên tirka jiyan bikira dê derûniya wan xira bûba.”

Li taxa Sûra Amedê ji 2’ê kanuna 2015’an ve qedexe berdewam dike. Bi bombebaranê re herî zêde zarok bandor bûn. Zarok li Sûr, Cizîr, Nisêbîn Gever û Silopî bi mihan ji kolanan û ji lîstikê dûr man. Zarokên Kurdistanê yên ku çek, bombe tank û alavên şer naskirin, bandorek mezin li ser jiyana wan pêk hatî.

'Me lîstokê wek kî çekan mezin ditiyê dabûn destpêkirin’

Ji van zarokan Havîna (9) got: “ Di dema qedexa derketina kolana’ li hemû kolana polîs û tang hebûn. Çekên xwe di camê wesayîtan de derdixistin û dikirin ku gel ditirsiyan. Dema qedexe her sibih em bi dengê çekan şiyardibû. Êdî me lîstokê wek kî çekan mezin ditiyê dabûn destpêkirin. Hertim dayika min digot ‘Ne derkevin ji derve, dê we gule baran bikin’ û em hişyardikirin.”

'Hîna jî dixwazin me bitirsînin’

Havînê bilêv kir ku hîn polîs êvara tên taxê û wiha dom kir: “Di dema qedexeya kolanan de hemû kes ditirsiya û malên xwe diberdan, lê ez netirsiyam. Polîs bi kom dihatin taxê ji çi ditirsin min fêmnakir? Çekan wan hebûn ji çi ditirsiyan? Êdî li taxê çûk jî nafirin lê hatina polîsan êvara berdewam dikê. Êdî ji bo ku em derbikêvin kolana me dil davêt. Dibêjin dê qedexeya derketina kolanan li her derê Tirkiyê jî bê îlan kirin niha zarok ditirsin. Tu gunehên wan zarokan nîne, lê tu gunehên zarokên Sûrê jî nebû hatin qatilkirin. Eger tişte ku me jiyan kirî bê serê zarokên çepê tirkan em ê bê deng ne mînin. Gelek tişt hat serê me lê em naxwazin tu tişt bê serê wan. Wijdanê me qabûl nake tiştên xwişk û birayê me jiyan kirin ew jî jiyan bikin."

(dt/rc)