Zarok:Navê lîstoka me ya nû ‘Hurşît Kulter li ku ye?’

09:57

JINHA

WAN – Zarokên ku li ser erda rast bi keviran ‘Hurşît Kulter li ku ye?’ dinivîsin û wiha gotin: “Heya Hurşît Kulter neyê dîtin emê di hemû lîstikên xwe de bêjin Hurşît Kulter li ku ye û bila niha bê dîtin em ê bilîzin.”

Ji rêveberê DBP’a Şirnexê Hurşît Kulterê ku di 27 gulanê de hat binçavkirin, ev 58 roje agahî jê tune. Tu kes nizanê aqûbeta Hurşît Kulter û ji 7’an heya 70’ê çalakiyên cuda tên kirin. Wek zarokên Wanî li ser erda rast bi kevirên ku kom dikin pirsa ‘Hurşît Kulter li ku ye?’ dinivîsin. Ji wan zarokan P.K wiha axivî: “Hêzên dewletê li Sur, Silopî û Geverê hevalên me qetilkirin niha jî Hurşît Kulter dibin çavan de winda kirin. Em nikarin ji windabûna wî re çavên xwe bigirin û bê deng bimînin. Em ê di nava tevahî lîstokê xwe de aqûbeta Hurşît Kulter pis bikin.”

‘Çima dewletê Hurşît Kulter winda kir'

Zaroka bi navê P.K ku li ser erda rast bi kevirên ku komkirî ‘Hurşît Kulter li ku ye’ nivîsî wiha berdewam kir: “Çima dewletê Hurşît Kulter windar kir. Ma ne heyfe? Dayika wî jî heye û niha dayika wî jî digirî. Ma Hurşît Kulter çi kiriyê ji dewletê? Ez li vir bangî hemû rayedarên dewletê dikim. Hurşît Kulter li ku ye derbixin. Bila di demêk kin de Hurşît bigihêje dayika xwe.”

‘Dewletê kelecana me jî ji me dizî’

Zaroka bi navê R.K jî ku kevir kom dikir wiha got: “Lîstikên dewletê kelêcana me jî dizî. Em heya evarê li kolana bi heriyê dilîzin. Dema em dilîzin em bi kelêcanin û keyfxweşin. Lê îro lîstokên ku em dilîzin em bi wan hestiyar dibin. “

Navê lîstoka me ‘Hurşît Kulter li ku ye’

R. K bi lêv kir ku dema dayika wî li nûçeyan temaşê dike her tim digirî û ev tişt gotin:”Min ji dayika xwe pirs kir çima tu digirî? Pişt re min li nûçeya mêze kir wêneyên zilamekî dev li kên dihat hilgirtin ji aliyê dayikan ve. Komek mirov kom bûne û wêneyek devli kên ku li ser nivîsiyê Hurşît Kulter li ku ye? Êdî min zanî bû dayika min ji bo çi digirî û lê min wate neda giriyê dayika xwe.” R. K got: “Ez çûm gel hevalê xwe û min ji wan re got min lîstokêk ditiyê navê wê jî ‘Hurşît Kulter li ku ye.’ Min û hevalên xwe li ser erda rast bi kevira nivîsa ‘Hurşît Kulter li ku ye’ nivîsî.” R.K anî ziman ku êdî ew naxwaze dayika wî bigirî û wiha axaftina xwe ber dawî bir: “ Min di televizyonê de dît polîsan li Sur, Silopî û li Geverê hevalên me qetilkirin. Heya Hurşît Kulter neyê dîtin em ê di hemû lîstoka de pirsa ‘Hurşît Kulter li ku ye’ bikin û lê bi gerin. Polîs çi ji me dixwazin.”

(htk/dt-hu)