wêneyên Harun rewşa herî şênber a berxwedana Şirnexê ye

09:04

Sarya Gozuoglu / JINHA

ŞIRNEX - Harun bi pênûsên xwe yên rengî û destên xwe yên biçûk rewşa herî şênber û xwezayî ya berxwedana Şirnexê xêz dike û sedema xêzkirina wêneyan wiha vedibêje: "Dema ciwanên Şirnexê berxwe dida min ew temaşe dikin. piştre ez diçûm malê û mine w xêz dikin. Dema min xêz nedikir, min jibîr dikir."

Li dilê berxwedanê Botanê, zarok şopên jiyanê ji eniya xwe ve îfade dikin û her yek ji bo berxwedanê zimanekî cuda bikartînin. Yek ji van zarokan jî Harun Katar yê 10 saliye. Harun piştî li Şirnexê berxwedanên rêveberiyên xweser dest pê kir şûnde pênûsên xwe girt destê xwe û wêne xêz kir.

'Ji bo berxwedêran jibîr nekim xêz dikim'
Harun wiha got: "Dema ciwanên Şirnexê berxwe dida min ew temaşe dikin. piştre ez diçûm malê û mine w xêz dikin. Dema min xêz nedikir, min jibîr dikir. Hêviya min eve xaniyê me hilneweşiya be. Ger wêneyên min winda nebibûn ezê wan nîşanê we bidim."

(sg-aı/hu)