Li Medresa Kasimiyê zarokên Mêrdînê

12:27

JINHA

MÊRDÎN – Zarokên Mêrdînî li baxçeyê Medresiya Kasimiya dîrokî berhêmên dest difiroşin û li kolanên Mêrdînê rêberiya turîsta dikin. Zarokên ku bi mehane li Kurdistanê dibin dorpêçêde jiyan dikin dema mê pirsa ‘hun çi dixwazin ji wan kir’ bersivan zarokan bû ev: “Em aştî dixwazin.”

Gelek zarokên keç li Medresa Kasimiyê ya dîrokî ku li ser deşta Mezopotamya bilind xuya dike berhemên desta yên wek morîkên desta, gerdanî û alavên xemlê difiroşin û bi vî rengî ji aliyê aborî dibin alîkar. Dema em li kolanên Mêrdînê digeriyan,rastî du zarokên ku navê wan ‘henêkçiyên Mêrdînê’ hatin û rehberiya turîstan dikin. Zarokên ku neçar dimînin bixebitin, diyar kirin ku ji bo şer li Kurdistanê heye tu kes nayê û ji bo vê jî bê kar dimînin û xeyala jiyana xweş dikin.

‘Ji ber şer heye ti kes nayê’

Ji heman malbatê zaroka bi nave Aynur Taş (13) di demên dawî û di rojên betlanê de dixebite. Aynura ku diçe pola 7’emîn li gel dayik û xwîşka xwe gerdaniyên bi morîka çêdikê û difiroşê. Aynurê bi derziyê şekl dide morîka û li çarşiyê difiroşê. Aynurê got: “Em saet heta 08.00’ê evarê dixebitin. Em ferbûnê ku em li ber germa havînê bixebitin. Ev sê sale dixebitim. Dema turîst tên ez nezî 100 gerdaniyan difiroşim. Ji ber ku şer heye turîst jî nayên.”

'Dayika me pêdiviyên me distînê’

Aynurê diyar kir ku dema turîst gerdaniyan ji wan distînin ji wan pirsa ‘hun bi desta çêdikin an hun dikirin’ pirs dikin û Aynurê ev tişt anîn ziman: “Em ji turîstan re dibêjin ‘keda destê me ye. Berî niha li vir kursî û maseyên me hebûn lê bes niha zabita ‘dibêjin kursî û masê xwe rakin.’ Em karmalên xwe jî li cihê kar çêdikin. Buhayê gerdênên me 1,2,3,5 tl ye. Em perê xwe didin dayika xwe û dayika me bi wa perê yan pêdiviyên mê destine.”

'Em dixwazin aştî çêbibe’
Zaroka bi navê Havîn Taş (11) di pola 4’an de dest bi kar kiriyê. Havîna ku perê xwe dide dayika xwe xerçiya xwe jî ji dayika xwe distine. Havîna (11) ku bi gotinê ‘em nanê xwe qezênç dikin’ wek neçar mayê ku mezin bibê û wiha axivî: “Jib o ku li Kurdistanê her roj bombê diteqin îsal turist nayên. Em dixwazin aştî bê. Ez ji karê xwe hez dikim.”

'Em dixwazin ku hemû kes wek xwîşk û bira bijîn’

Vefta Taş a ku neçar maye di temênê piçûk de dest bi kar bike ev 5 sale dixebite. Vetfayê bi lêv kir ku ew berî vî karî ji li male dixebitî û wiha berdwam kir: “Em ferbûne ku li ber tirêjên rojê bixebitin. Ji bo şerê îsal turîst ditirsin û nayên Tirkiyê ji bo wê jî em pir gerdêniya nafiroşin. Îsal bi piranî gelê Mêrdînê gerdaniyên me distînin. Em dixwazin aştî çêbibê û rojên xweş jiyan bikin. Bila hemû kes wek xwişk û bira bijî.

'Em dixwazin ku aştî çêbibê’

Seher Taş jî da zanîn ku ew dayik û xwişka xwe berhemên destan bihev re çêdikin û wiha dom kir: “Em di rojê de 5-6 saeta di xebitin. Em li cihê kar gog,karmêndên xwe çêdikin û carna dikevin hewzên avê. Mezînên me jî wek mê li vir berhemên desta firotine. Jib o îsal şer heyê em pir berhemên destê xwe nafiroşin. Em aştî dixwazin.”

Dema em bi Seher re di axivîn zarokên ketin navbêra axaftina mê dê, hersa xwe ya li hemberî Serrokkomar anîn ziman.

'Ezê bîsikletê bistînim’

Umut û Mehmetê ku li kolanên Mêrdînê dîrokî rêberiya turîsta dikin jî wiha axivîn: “Me hevu dît û ez Umut bûn heval. Em bihev re 6 mehin dixebitin. Em dîroka mizgeft û medreseyê hîn dikin û rojê du saetan dixebitin.” Xeyala Mehmet ku bisiklet bistînê û ya Umut jî kompîtur bistînê.

(ce-ea/dt-hu)