Çiyayên Şengalê bi zarokan xweş dibin

09:30

Tugba Akyilmaz/JINHA

ŞENGAL- Zarokên ku ji ber êrîşên DAÎŞ’ê reviyan çiyayên Şengalê bi kevirên ku kom dikin jiyana ku xeyal dikin dihunin û bi kenê xwe, ji gel re dibin hêviyên jiyanê.

Şengala ku ji ber êrîşên DAÎŞ’ê hatiye xirakirin bi projeyên nû avakirinê tên berfirêhkirin. Şengala ku ji aliyê berxwedêran ve hatiyê azadkirin gelek hikûmetên navnetewî alîkarî ji bo Şengalê komkirin lê hîn ev alîkarî negihîştinê Şengalê û aqûbêta alîkariyên hatin komkirin ne diyare. Dema rewş wiha bû zarokên Şengalê ji bo jiyana xwe înşa bikin ketin nava hewldanan. Zarokên ku bi kom dixwebitin hinek jê li ber t-shirt bi keviran kom dikin û hostaye piçûk jî bi wan keviran jiyanêk nû dihunin. Zarokên ku kevirên ji xwe mestir hildigirin bi enerjiya xwe moral didin hostayên wek xwe piçûk. Hostayên piçûk di heman deme de pir karê xwe paqij dikin û kevirên ku di deynin cihe berbihev.

Ew zarokên fermanenê……

Tu ferman tu êş û tu polîtîqayên qirej nikarin kenê zarokan yên paqij kirej bikin. Wek her derî li Şengalê jî kenê zarokan rûyê cihanê ye bedewe. Zarok li hember sîstema ku dixwazin gunehên ku penc hezar sal dixin ser milên wan disekinin. Tenê pêdiviya zarokan bi hêviyên girêdana jiyanê heye. Paqijbûna jiyanê di dilê zarokan de jiyan dibînê. Zarokên Şengalê li gel malbatên xwe di konan de jiyan dikin û di şert û mercên girande lêystikên xwe berdwam dikin û zarok jib o malbatên xwe bi keviran xaniya avadikin.

Eger cihanêk nû bê avakirin bila rêvebêrî di destê zarokande be. Dê wê demê cihanek werê jiyan kirin û bi adalet be. Tiştek din jî heye ger zarok rêveberên cihanê bûna wê ev ax bi xwînê nehata avdan, wê cîhan bûbanê bexçêye lîstokan.

(mg\dt)