‘Em mal û dibistana xwe dixwazin’

09:50

Aysel Işık / JINHA

ŞIRNEX- Zarokên ku bi mehane kolanên wan di bin dorpêçê de ne, bertek nîşanî dewletê dan û diyar kirin ku kolanên wan xera kirine û gotin: “Em malên xwe û dibistanên xwe dixwazin.”

Li Kurdistanê bi mihanê ku dewletê bi polîtîkayan qirqirinê qada jiyana zarokan teng kiriyê. Zarokên ku bi mehanê ji kolanan durin bertek nîşanî hêzên dewletê dan. Zarokan diyar kirin ku ew taxên xwe dixwazin û ew naxwazin li dibistanê dewletê bixwînin. Zarokên Botanê gotin ku ji ber polîtîkayên dewletê bajarê wan hatine xirakirin û wiha berdewam kirin: “Em naçin dibistanên dewletê.” Zarokan daxwaz kirin ku ew dixwazin bi zimane xwe perwerde bibînin û wiha dom kirin: “Dema ku em diçin dibistanê dewletê em tiştek fêm nakin. Ji bo dema ku em diçûn dibistanê dibistan ji merê wek îşkence bû.”

Zarokê 12 salî Bahoz Katar xeyal dike ku ew rojêkî li ser axa xwe bi zimanê dayika xwe perwerde bibînê û wiha berdewam kir: “Ez dibistana bi tirkî naxwazim û ez li dibistanê jî bi kurdî bi pêyivim. Ji bo vê jî mamosteyên min bi min re mijul nedibûn. Zimanê min Kurdiye ji bo çi ez li dibistanê bi tirkî bi pêyivim. Dema ez vegerim Şirnexê jî ez naxwazim herim dibistana bi tirkî bila dibistana kurdî bê vekirin.”

'Dema mamoste çûn ez xemgîn nebûm’

Nalîn Katar (14) jî pir xemgînê ji bo ku li hemû kolanên hatin xirakirin bîranînên wê hene û bi van gotina bertek nîşan da: “Min li wan kolanan bîranînê xwe hiştiyê. Dewlet êdî niha dest bi xirakirina xaniyên me kiriyê. Halbûkî yê ku şewitandinê heq dikin dibistanê dewletê ku bi zorê me hînî zimanê xwe dikin. Tenê xeyalêk min heyê ez dixwazim bi zimanê xwe perwerde bibînim û herim dibistanê. Dema me ji Şirnexê bar kir ez xemgîn nebû ji bo ku mamosteyê min çûn. Ji bo ku min ji ji dibistana bi zimanê tirkî hezne dikir. Jib o ku hemû perwerde bi tirkî bûn min tiştek fêm nedikin û ji bo vê jî ez pêşnedikêtim.
'Ez xemgîn nebûm dema dibistan hatin xirakirin’

Zaroka bi navê Argêş Katar jî wiha got: “Dewletê mala me xirakir jib o vê jî ez xemgîn nebûm dema dibistan hatin xirakirin. Em li hemû deran bi kurdî di pêyivin dema em diçin dibistanê em neçar dimînin ku bi tirkî bi pêyivin. We deme ji serê me tevlî hev dibû.”

(aı-sg/dt)