Zarokan ji bo hevalên xwe tezgah vekirin

09:39

JINHA

AMED - Zarokên Taxa Alipaşa ji bo hevalên xwe yên malên wan li Surê di nava taxên qedexe ne dezgah vekirine û piştevaniyê mezin dikin. Zarokan li ser dezgehên vekirine şekir, toqa û bazinan difiroşin û ji bo hevalên xwe pere berhev dikin.

Li Sura ku bi mehane qedexeya derketina kolanan lê berdewam dike, ji ber dorpêçê welatî neçarman ji malên xwe derketine, ne mal ne kolan û ne tax tiştek nehêlane hemû xirakirine. Bi mehane şêwirmendiya bi malbatên malên wan hatî xirakirin re berdewam dike. Li Taxa alipaşa yê zarok jî beşdarî xebatên şêwirmendiyê bune. Zarokan şekirê di cejnê de komkirîn, tiştên ji bo xwe girtîn û lîstokên xwe hemu ser dezgahê dane hev, difiroşin û dê perê wê jî ji hevalên xwe yên malên wan xirabuyî re bişînin.

Ji zarokan mevlude Eryilmaz diyar kir ku şekirê ji cejnê komkirî û tiştên xwe yên dinê ji bo firotinê li ser dezgehê daniye û got: "Em şekirê xwe yê me ji cejnê berhevkirî, toqa, xemla biskiletan û bazinan ser dezgehê difiroşin. Ez li gel xwişk, bira û hevalên xwe li ser vê dezgehê dixebitim. Dayika min pir bi germî li karê me nanêre. Ji bo wê em dernakevin bazarê, di nava taxê de van tiştan difiroşin zarokan."

'Her dem emê li gel wan bin û alîkariyê bidin wan'

Mevlude da zanîn ku ew dixwazin bi vî karî kêmek jî be alîkarî bidin hevalên xwe yên malên wan li nava Surê û wiha domand: "Ji bo ew xwe tenê hîs nekin. Dema ku qedexeya derketina kolanan heya mala me hatî em jî ji mala xwe derketin. Gelek zarokên malên wan li nava Surê xirabune hene. Di nava wan de hevalên min jî hene. Dema ku em jî ji mala xwe derketin me gelek zorî kişand, lê yê wan mala wan xirabuye. Divê her kes ji bo wan tiştina bikin. Me jî xwest em ji bo wan tiştekê bikin. Her çendî pir pere bi tiştên me nayê jî emê cardin bidin wan."

'Em li benda yên dixwazin alîkarî bidin wan in'

Xwişka Mevlude Evîn jî destnîşan kir ku ew li benda yên dixwazin alîkariya wan bikine û wiha dom kir: "Em ji bo zarokên malên wan di taxên qedexe de xirabune pere komdikin. Di dema şer de me jî zorî dît, lê ne bi qasî wan. Malên wan bi tevahî çune. Em li benda yên dixwazin alîkariyê bidinin."

(zt)