Pergala perwerdehiya nû ne ji bo fêdeya zarokane!

09:12

Duygu Erol / JINHA

ENQERE-Sekretera Giştî ya Egîtîm Senê Elîf Çuhadar, têkildarî plana hikûmeta AKP’ê ya 3+3+3+4 de axivî û got ev pêkanîn li dij rêgeza ‘fêdeya zarokan’ a peyaman mafê zarokan a Tirkiyeyê îmze kiriye. Elîfê got ger pergalek wisa bikeve jiyanê, wê pergala perwerdehiyê ji ser ‘dibistanên sibyan’ bê sazkirin.

Hikûmeta AKP’ê di desthilatdariya xwe ya 14 salan de bi hikûmetên ava bûne re di 3 salan carê de pergala perwerdê guhert. Ji bo nifşekî oldar bigihîne pergala perwerdê guherî û her tim saziyên taybet vedike û û digire. AKP bi hikûmeta Bînalî Yildirim jî heman pêkanînê dike. Li gorî vê bi wezîrê perwerdê yê nû Îsmet Yilmaz re pergala perwerda nû tê. 4+4+4 ya ku rê li ber bertekên mezin vekiribû wê niha biguhere 3+3+3+4’ê û temenê destpêkirina dibistanê bibe 4. Her wiha wê pêşdibistan jî veguherin yên taybet.


Sekretera Giştî ya Egîtîm Senê Elîf Çuhadar, têkildarî plana hikûmeta AKP’ê ya 3+3+3+4 de ji JINHA’yê re axivî û got ev pêkanîna ‘dibistana Sibyane’ û wiha berdewam kir: “Pêkanîna dibistana Sibyan wê di alî pedagojîk de rê li ber pirsgirêkên cidî vebike û ligel ku ev tê zanîn ku dikin alternatîfa perwerdeya pêşdibistanê. Ger pergalek wisa bikeve jiyanê wê pergala perwerdê jinûve li ser dibistanên sibyan bê sazkirin.”

Elîfê diyar kir ku hikûmeta AKP’ê ya 14 sale desthilatdare 6 caran wezîrê perwerdehiya neteweyî guhertiye û bi vê re jî polîtîkayên cuda tên pêkanîn û pergala perwerdê serobino dibe. Elîfê da zanîn ku di perwerdehiyê de pêkanînên li dij hev bi naqokin tên ferzkirin.

‘Polîtîkayên li gor îdeolojiya xwe dikin jiyanê’

Elîfê bi lêv kir ku sedema xerabûna di pergala perwerdê de tê jiyîn eve ku desthilatdarî li gorî îdeolojiya xwe polîtîkayan dike jiyanê û got: “Di pergala perwerdê de bawerî, çand, nasname û zimanên nayên qebûlkirin. Ne mumkune ku mirov bêjin xwendekar tiştên dixwînin, fêm bikin, bifikirin û xwe îfade bikin. Li Tirkiyeyê zarok ji ber zimanê dayikê û gelek sedemên din tiştên dixwinin fêm nakin.”

‘Bertekên rayagiştî tê pîvan’

Elîfê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Tê îdia kirin ku wê pergala 3+3+3+4 bînin şûna pergala 4+4+4’ê. Li gorî pergala nû beşa yekem 0+1+2, piştî vê 3 sal dibistana seretayî, 3 sal dibistana navîn û 4 sal jî hînbûyîne. Kesên ev pêşniyar kirine bertekên rayagiştî dipîvin.”

‘Em bi fikara wê dibistanên sibyan şûnde werin dijîn’
Elîfê da zanîn ku bi vê pergala nû re temenê destpêkirina dibistanê wê dakeve 4’an û got ew bi fikara ku wê pergala ‘dibistanên sibyan’ vegere dijîn. Elîfê destnîşan kir ku her wiha bi vê pergalê re wê zarokên karker û zewaca zû jî zêde bibe.

(sy\hu)