Şîdeta mêr raste rast bandorê li zarok jî dike

09:06

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN-Şîdeta nav malê raste rast bandorê li ser zarokan dike. Bandoreke din ya vê şîdetê ya li ser zarokan jî ji ber şahidiya wan pêk tê. Mudaxaleya zû jî ji bo bandora neyînî ya li ser jiyana zarokê bê paqijkirin, gelek girînge.

Mor Çati diyar dike ku têkiliya şîdeta nav malê ya li ser jinê û li hemberî zarok girêdayê hev e. Li gorî vê ger di malbatekê de şîdet hebe, îhtîmaleke mezin zarok jî şîdetê dibîne. Li gorî lêkolîneke ku li Amerîkayê hatiye kirin, ji sedî 50’yî mêrên şîdetê li hevjînên xwe dikin li zarokên xwe jî dikin.

Weqfa Stargehê ya Mor Çati bandora şîdeta mêr ya li ser zarokan wiha vedibÊje: “Zarok ji şîdeta nava malê bi awayekî fizîkî raste rast bi bandor dibin. Mêrê ku şîdetê pêk tîne, dema şîdetê li dayika zarok dike, bi zanebûn û daxwaz şîdeta zayendî, ruhî û fîzîkî dike. Ligel mêrê ku şîdetê pêk tîne, dema êrîşê dayika zarok dike bi qezayê an jî bi zanebûn zirarê dide zarok. Di temenê pêş de dema zarok bixwaze mudaxaleyê şîdetê bike dibe ku zirarê bibîne.”

Zarok şahidên herî mezinin

Bandoreke din ya li ser zarokan eve ku şahidê şîdetê ne. Gelek dayik her çiqas şîdetê ji zarokên xwe veşerin jî, ji sedî 80-90’ê zarokan vê rewşê dizanin. Mor Çati wiha dibêje: “Dema şîdetê nebînin jî qêrînan, şopên li bedena dayika xwe dibînin. Li gorî bandora li ser zarokan wihane:

Bandora şîdeta nava malê ya li ser zarokan

* Zarokên di hawira şîdetê de mezin dibin, di alî hestiyarî de di girêdayîna dayik û xwişk û birayên xwe de zehmetiyan dikişînin. Lê di dema mezinbûnê de ev girêdan girînge. Dema ev pêk neyê jî pêşketina zarok bi tevahî dikare bisekine.

*Pêşketina zarokên pêş dibistanê berovajî pêvajoyê dikare pêş bikeve. Zarok xewnên bi tirs dikarin bibînin. Nekarin razên. Fikar, depresyon û tirs li wan çêdibin. Li dijî hevalên xwe dikarin şîdetê pêk bînin.

*Zarokên şîdetê bibînin di temenê xwe pêş de dikari bi rîskan re rû bi rû bimînin.

(sy\hu)