Pergala perwerdê ya hatiye guhertin ‘dibistanên Sibyan’ jî bi xwe re tîne!

10:14

Duygu Erol / JINHA

ENQERE-Hikûmeta AKP’ê ya bi her wezîrê nû re pergela perwerdê diguherîne, bi Îsmet Yilmaz re ji 4+4+4’ê plan dike ku derbasî 3+3+3+4’ê bibe. Bi vê pergala nû re wê temenê destpêkirina dibistanê bikeve 4’an û wê polên beriya dibistanê û beşên têkildar bên girtin û wê zarok dewrê cihên perwerdehiya taybet bên kirin.

Hikûmeta AKP’ê di desthilatdariya xwe ya 14 salan de bi hikûmetên ava bûne re di 3 salan carê de pergala perwerdê guhert. Ji bo nifşekî oldar bigihîne pergala perwerdê guherî û her tim saziyên taybet vedike û û digire. AKP bi hikûmeta Bînalî Yildirim jî heman pêkanînê dike. Li gorî vê bi wezîrê perwerdê yê nû Îsmet Yilmaz re pergala perwerda nû tê.

4+4+4 ya ku rê li ber bertekên mezin vekiribû wê niha biguhere 3+3+3+4’ê û temenê destpêkirina dibistanê bibe 4. Her wiha wê pêşdibistan jî veguherin yên taybet.
Di demên dawî de saziyên perwerdehiyê yên taybet di merasîmên mezuniyetê de bi cil û bergên wekê bûkanî, cuppe, takke û sarik tê dîtin. Bi vê pergala ku tê guhertinê re wê saziyên wek Weqfa Ensar ku perwerda olî didin zêde bibin.
Wezîrê hat guhertin re wê pergal biguhere
AKP’ê di 14 salan de 6 caran wezîrê perwerda neteweyî guhert. Bi dema Bînalî Yildirim re Îsmet Yilmaz û wezîrê nû yê perwerdê. Hatina wî re pergala 3+3+3+4 hat. Temenê destpêkirina dibistanê jî wê dakeve 4’an û pêşdibistan jî wê bên girtin.

*Zarokatî: 0, 1 û polên 2’yê.

*Dibistana seretayî: polên 3, 4 û 5’an

*Dibistana Navîn: Polên 6, 7 û 8’an

*Lise: polên 9, 10, 11, 12

Wê dibistanên Sîbyan şûnde bên!
Buroyên perwerdehiyê yên taybet jî Dibistanên Sibyan yên Osmanî ku bi Kanûna Tevhîdî Tedrîsatê hat rakirin tîne hişê mirovan. Berê bi cil û bergên bûkanî, takke, sarik, cuppe û melekan merasîma mezuniyet û derbasbûna kuranê pêk dianîn û vê jî dibistanên Sibyanê anîbû rojevê.

(sy-hu)