Li Gambîa zewacên di temenê biçûk de hat qedexekirin

13:07

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Li Gambiayê ya li cemsera Afrîkayê ye, ji bo pêşî li zewacên zû bê girtin qanûn hat derxistin û hat erêkirin.

Li Gambîa ku welatî herî biçûk yê cemsera Afrîkayê ye, qanûna ku pêşî li zewacên di temenê biçûk de digire hatibû derxistin û erêkirin. Serokkomar Yahya Jammeh qanûn erê kir û diyar kir ku mêrên ku bi keçên biçûk re bizewicin wê rastî 20 sal ceza bên. Serokkomar Yahya ku qanûna mijara gotinê ye nirxand, diyar kir ku malbat û meleyên ku van zewacan erê bikin wê cezayê girtîgehê bigirin.

(db/hu)