Zarokên dixebitin weke hem temenên xwe dixwazin bixebitin

09:40

JINHA

WAN – Zarokên li nava kolanan û parkan selpak difiroşin, solan boya dikin û di derdê bidestxistina pere denin, weke hem salên xwe dixwazin lîstok bilîzin û zarokatiya xwe jiyan bikin.

Li Wanê zarokên li kolanan solan boya dikin û ji bo telaşa pereyan gelek karên dinê dikin jî dixwazin weke hem salên xwe listokan bilîzin û zarokatiya xwe jinan bikin. Zarokê bi navê H. T yê (12) diyar kir ku ew navbera havînê bi boyakirina solan derbasdike û wiha got: “Di nava 18 endamên malbatê de tenê bavê min dixebite.” H. T da zanîn ku bi vebûna dibistanê re hem dibistanê dixwîne û hem ji solan boya dike û wiha domand: “Ger dahatek me hebana, dibe ku me zoriyên wiha jiyan nedikir. Ez di vî temenê xwe de neçarim dikevim telaşa qazancê. Ez jî weke hemû zarokan dixwazim zarokatiya xwe jiyan bikim.”

Zarokek din ê binavê U. Ç (12) ji da zanîn ku di nava malbatek 12 kesî de ew di aliyê aboriyê de zoriyan dikêşin û got: “Gelek caran weke ku em ji xwe re digerin, welatî wiha li me dinêrin. Ez ji bo pere qazanckirinê dixebitim. Ez jî dixwazim weke hemû zarokan li parqan bijîm.”

S. Ç (14) ji destnîşan kir ku ew di malbatê de 7 kesin û zoriya aboriyê dijîn û wiha got: “Hemû dema xwe ya navbera dibistanê bi ji bo daçuna xwe ya dibistanê dixebitim. Ji ber dema ne xebitim nikarim pêdiviyên xwe yên dibistanê dabîn bikim.”

(zt)