Bi karton û devîkên şîşeyan bi damê dileyzin

09:03

Tugba Akyilmaz/JINHA

ŞENGAL - Zarokên Şengalê yên ku şahîdîtiya êrîş û hovîtiya çeteyên DAÎŞ'ê kirin, li çiyaya Şengalê ya ku ji nû ve tê înşakirin, bi karton û devîkên şîşeyan dileyzin kena li ser rûyên xwe kêm nakin.

Dema ku çeteyên DAIŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de êrîşê Şengalê kir gelek Êzidî ji cih û warên xwe koçî waletên din kirin û hinek ji wan jî li çiyayê Şengalê bi cih bûn. Piştî fermana Şengalê, welatiyên Êzidî li çiya bi cih bûn rastî gelek pirsgirêkên sereke yên wek starî, kinç, zad û hwd. hatin û bi gelek zor û zexmetiyan re rû bi rû man. Êzidî ligel hemû zor û zehmetiyan carekdin jiyana xwe ji nû de înşa dikin. Divê pêvajoya şer de fatureya herî giran li zarokan hat birîn. Zarokên ku di temenê xwe ya biçûk de şahîdîtiya gelek êş û janên mezin kirin, bi kena xwe ya şîrin ji bo hêviyên me dibin ronahî.

Zarokên ku dibin kelekela germa herî zêde de ji listîkên xwe bernadin û li ser çiyan dileyzin. Her çiqas pêlistokên wan tune bin jî bi zirekbûyina xwe ji xwezayê pêlîstokan çêdikin û xwe bi wan mijûl dikin. Zarok li ser qarton xêz dikin û devîkên şuşeyan ji xwe re damê çêdikin û pê dileyzin. Devîkên ku bi du rengan li hev kom dikin bi du alî dest bi listîka xwe dikin.

Zarokên ku hemû dema xwe bi listîka damê dibin sîbera ku dayika wan ji bo wan çêkiriye de derbas dikin, carekdin nîşanê me didin ku ji bo dilşadiyê pewîstî bi pereyan tune, pewîstî tenê bi hêviyê heye.

(ho/rc)