Şaredariya Peyasê 2000 zarok bi werzîşê re gihand cem hev

11:04

JINHA

AMED- Gerîndehiya çand û hûnerê ya Şaredariya Peyasê û qlûba werzîşê ya Kayapinar Belediyesporê bi hev re îsal bû 3. qursên werzîşa havînê li dar xist û 2000 zarok beşdar bûn. Tevahî amûrên werzîşê ji alî şaredariyê ve li zarokên ku beşdarî qursan bûn hate belavkirin.

Îsal bû 3. vekirina qursên werzîşa havînê ji alî Gerîndehiya çand û hûnerê ya Şaredariya Peyasê û qlûba werzîşê ya Kayapinar Belediyesporê li qompleksa werzîşê ya Amedê ve hat li dar xistin. Di vekirinê de hevşaredar M. Alî Aydin, cîgira hevşaredaran Nesrîn Keskîn, rêveberên qlûba werzîşê û malbatên qursiyeran amade bûn.

Axaftina vekirinê ji alî hevşaredar M. Alî Aydin ve hat kirin û got: "Îsal bi vekirina qursên werzîşa havînê re em 2 hezar zarokan bi werzîşê re digihînin cem hev. Ev xebateke giring ya çanda hatina ba hev bi xwe ye. Ji ber êrîş û polîtîqayên faşîzane li ser vê erdnîgariyê bi sedan zarokên me jiyana xwe ji dest dan. Werzîş aktîvîtek civakî ya navbera mirovan aştiyê ava dike bi xwe ye. Bi vî awayî bi hêviya dilê zarokên xweşik li Tirkiyeyê aştiya civakî ya navxweyî bê avakirin ji tevahî beşdarvanên werzîşê serkeftinê dixwazim. Zarokên me pêşeroja me ne, hêviyên me ne. Ji ber vê dibêjim bila zarok nemirin û werin werzîşê bikin."

Amûrên werzîşkaran ji alî şaredariyê

Amûrên 2 hezar werzîşkarên ku beşdarî qursan bûn ji alî şaredariyê ve hate belav kirin. Di qursên havînê ya werzîşê de beşên weke werzîş, voleybol, tenîs, basketbol, hentbol, tekvando û atletîzm ji aliyê 20 mamosteyan ve dê bê dayîn.

Ciwanên jîr dê ji tîmên sereke ve bên amade kirin

Dê 3 mehan wê ev qûrs bê dayîn û piştî dawîbûna qûrsan zarokên jîr ji alî qlûba belediyesporê ya şaredariya peyasê ji tîmên sereke ve wê bên amade kirin û bi profesyoneli dê xebatên xwe berdewam bike.

(rc)