Li Rimêlan fîlma 'Zarokin em' hate pêşkêşkirin

10:55

JINHA

GIRKÊ LEGÊ - Li navenda Aram Tîgran ya TEV-ÇAND'ê a bajarê Rimêlan, bi sponsoriya Komîna Fîlm a Rojava ve, fîlma bi navê 'Zarokin em' ji zarokan re hate pêşkêşkirin.

Komîna Fîlm a Rojava ji bo ruhê hunerî di zarokan de pêş bikixe û coş avabike, bi taybet fîlman pêşkêşî zarokan dike. Duh êvarê jî fîlma bi navê 'Zarokin em' hate temaşekirin. Fîlm rastê elaqeyeke mezin a zarokan hat. Zarokên ji bajarên Girkê Legê û Rimêlan ji bo temaşekirina fîlma 'Zarokin em' di salonê de amade bûn. Mijara fîlmê jî wêne û dîmenên zarokên ku di warê huner, dîlan, şano û stran de xebat dikin, bû.
Ev fîlm wê li tevahiya bajarên Kantonê ji zarokan re were pêşkêşkirin. Her wiha hate hînbûn amadekariyên 2. Festîvala Zarokan jî tê kirin û dê di dema pêşiya me de festîval bê li dar xistin.

(rd/hs/rc)