Li Şirnexê zarokê 14 salî girtin binçavan

18:52

JINHA

ŞIRNEX - Li Şirnexê zarokê 14 salî yê bi navê S.Î. yê ku li ber mala xwe hate binçavkirin agahî nayê wergirtin.

Li Şirnexê ku êrîşên qirkirinê yên dewletê 105 roj in didome zarokek hate binçavkirin. Zarokê bi navê S.Î. yê 14 salî yê li ber mala xwe ji aliyê cerdevanan ve hate binçavkirin piştî ku teslîmî tîmên taybet hate kirin nayê zanîn ku birin kû derê.

Sedema binçavkirina S.Î. nehat hînbûn û ligel hemû hewldanên parêzeran jî nayê zanîn birine kû derê.

(zt)