Xezal ji bo hêviyê zarokên Geverê dixebite

09:05

JINHA

COLEMÊRG-Xezal Yalçîna ku ji Edenê bi armanca piştevanî û birînê gel bipêçe hatî Geverê, ji bo cejnê cil ji zarokan re dike paket. Xezal got, "Zarok rewşa herî giran a şer dişîn. Malê wan tev hat hilweşandin, lê ji bo ku em hêviyê wan a jiyanê bi hêzbigirin, tiştê ji destê me bê em ê bikin."

Li Navçeya Gevera Colemêrgê ya ji aliyê hêzên dewletê ve hat hilweşandin û şewitandin. Ji aliye welatiyan ve xebatên înşayê didomînin. Piştî ku li Geverê qedexeya derketina kolanan hat rakirin gel ê Geverê vedigerin li ser axa xwr. Welatiyên ku vegerin Geverê avahiyên wan hati hilwişandin zor û zehmetiyan dijîn. Di bajarên cuda de xebatkarên dildar destê xwe didin malbatên Geverê û birînê malbatan derman dikin. Xezal Yalçîn ji Edenê rê ketiye û ji bo zarokên Geverê xebatên xwe pêk tîne. Xezal got, "Em dayikin. Dilê me dayikan ji bo hemû tiştî dişewite. Eger ku ez ji Edenê ji bo malbatan ketibim rê û hatibim Geverê, wê demê dilê min hatiye şewitandin. Armanca me ew e ku em birînên welatiyên Geverê bi hevra derman bikin. Me Edenê komyonek tiştan amade kir û anî Geverê. Niha jî em wan pêdiviyan dikin pakêt û ji bo malbatan dişînin."

'Dema ku ez kolanan digerim dilêmin dişewite'

Xezalê anî ziman ku 4 roje ew hatiye Geverê û kolan bi kolan li Geverê digere û wiha pêde çû, "Ez pir xemgînim ji bo Gevera rengîn. Dema ku ez kolanan digerim dilê min dişewite. Li van kolanan gelek ciwanên me hatin qetilkirin. Lê hêviyên wan jiyan dikin. Ligel dexwazên me ên aştî, dewletê êrîşê me kir û bi sedan welatiyên me qetilkirin. Welatiyên li vir zor û zehmetiyê dikişînin. Em serê sibê dirabin û dest bi xebatên xwe dikin. Armancê me zarokin. Ji bo wê em niha xebatên xwe ji bo zarokan pêk dikin. Pêşiya me de cejnek hêye, ew cejn ji bo zaroka gelek girînge. Zarok rewşa herî giran a şer dişîn. Malê wan tev hat hilweşandin, lê ji bo ku em hêviyê wan a jiyanê bi hêzbigirin, tiştê ji destê me bê em ê bikin."

'Divê her kes dest bide destê hev û piştgirî bide'

Xezalê di dawî de jî banga piştevaniyê li her kesî kir û wiha pêde çû, "Ev der jî axa meye. Divê em xwedî li ax û gelê xwe derên. Gever hewcekarê xebatkarên dildarin ji bo wê em hemû dest bidin yêk bibin dermanê Geverê. Wek berê bi dilşahî jiyana xwe berdewam bikin."

(kom/rc)