Zarokên li Mala Zarokên Bêkes li bendê piştevaniyê ne

09:14

Rûken Dêrik/JINHA

RIMÊLAN- Rêvebira Mala Zarokên Bêkes Necah Ebdulrezaq diyar kir ku jin pêşengiya her qadê dike û xwedî li zarokên bêkes dertê û got, "Em hewl didin jiyana van zarokan hêsan bikin."

Mala Zarokên Bêkes li bajarê Rimêlan ji zarokên ku malbata xwe di şer de wenda kirine, yan jî rastê mûdaxeleyên nebaş yên malbatên xwe hatine, têne ragirtin. Mala Zarokên Bêkes ji hêla Desteya Jinê ya Kantona Cizîrê hatiye vekirin. Rêvebira Mala Zarokên Bêkes, Necah Ebdulrezaq têkîldarê xebatên xwe agahî da me. Necah diyar kir Mala Zarokên Bêkes di 12'ê Gulana sala 2015'an hatiye vakirin û wiha dewam kir, "Heya niha 25 zarok hatine vê malê. Piraniya wan zarokên ku ji ber şerê li Sûriyê malbata xwe wenda kirine, an jî bi muameleya xirab a malbatên xwe re rûbirû mane."

'Desteya Jinê wek erkeke mirovahiyê bi van zarokan elaqedar bû'

Necahê anî ziman ku Desteya Jinê wek erkek mirovahî dît û ji bo zarokan malek taybet avakir û wiha pêde çû, "Her zarokek bi çîrokeke cûda hatiye vê malê. Hinek ji wan bi rêya Mala Jinê hatine vir, hinek jî li kolanan ji hêla Asayişa Gel ve hatine dîtin. Piraniya zarokan temen piçûk in. Me jî xwest em wan li malekê bi cih bikin û biparêzin. Zarokên li malê yên temenê wan ên dibistanê hatibe em dişînin dibistanan. Piştî ji dibistanê vedigerin jî diçin qursên li Çand û Hunerê. Her wiha kursên ziman û yên kampiyoterê jî hene. Dema girina dibistanan jî ew dîsa diçin xebatên çandî fêr dibin. Em dixwazin zarokên li vê malê fêrî çanda xwe bibin."

'Di temeneke piçûk de tiştên zehmet jiyane'

Necahê bilêv kir ku ew ji bo başbûna derûniya zarokan jî xebat didin meşandin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Em bi Şêwirmendiya Amara ya li Qamişlo di nav pêwendî de ne û ji bo bi dernûniya van zarokan re mijûl bibin, di her mehê de du car tên malê û bi zarokan re elaqedar dibin. Em bixwe jî hewl didin derûniya zarokan re mijûl bibin. Rewşa wan ya derûnî ne asayî ye, di encam de di temenek biçûk de zehmetiyên mezin jiyan kirine. Niha mala me ya zarokan piçûk e. Têra zarokan nake û ji bo zarokên kur divê em ciheke din çêkin. Heya niha piraniya zarokên li vir keç in. Ji bo tendûrustiyê jî pêwîstiyên me hene. Ji ber vê yekê em dixwezin saziyên mafên mirovan û yên bi mafê zarokan re elaqedar dibin di aliyê madî de piştgiriya me bikin. Her wiha em ji gelê xwe jî dixwazn di warê menewî de ji van zarokan re bibin alîkar."

(cq/rc)