2500 zarokên li Peyasê êdî avjeniyê dikin

15:24

JINHA

AMED - 2500 zarokên peyasî li birka avjeniyê ya Şaredariya Peyasê a Amedê bê pere dest bi perwerdehiyê kir. Di qursan de dê ji bo 2500 zarokan perwerdehiya avjeniyê bê dayîn. Hefteyê rojek jî ji bo zarokên otizm û astengdaran qursa avjeniyê wê bê dayîn.

Li birka avê ya di bin banê gerînendehiya karê çand û hûnerî a Şaredariya peyasê de qursa bê pere tê dayîn. Gerînendehiya birka avê armanc dikin ku heta dawiya salê di qursê de 2500 zarokan perwerde bike. Her rojên şêşemê jî ji zarokên Otîzm û astengdarên Navenda Berastengan ya Musa Anter tê veqetandin. Di dema perwerdehî dayinê de hevşaredar Fatma Arşîmet, cîgira hevşaredaran Nesrîn Keskîn, endamê meclîsa şaredariya peyasê, kursiyer û malbatên kursiyeran amade bûn. Ji alî şaredariyê ve ji bo zarokên otizm û astengdaran amûrên avjeniyê hate belavkirin.

Du birkên avjeniyê ên nû

Hevşaredara Peyasê Fatma Arşîmet der barê vê mijarê de axivî û weha got: "Ji ber eleqeya qursa avjeniyê me bi 2500 kesan tenê ve da sekinandin. Lê belê ji ber serlêdanan û ji bo ximeteke baş me biryara çêkirina du birkên din da. Em bi hêvîne ku dê sala bê herdu birkên me ên avjeniyê têkeve xizmeta gel."

Qursa avjeniyê ji alî 11 perwerdekaran ve tê dayîn. Zarokên serkeftî dê ji alî qlûba belediyesporê ya şaredarşiya peyasê ve dê bê perwerdekirin.

(rc)