Bîranînên Şiyarê 16 salî bi dayik û hevalên wî re ye

09:10

JINHA

AMED – Polîsên êrîşê gelê ku li dijî dagirkirina Sûrê daketin kolanan kir, di 22’ê Kanûna 2015’an de li Seyrantepeyê Şiyar Baran yê 16 salî ji wesayîta tîpa ranger bi gulebarankirinê qetil kirin. Ji wê rojê û heta niha kujerên Şiyar nehatin darizandin. Şiyar li pey xwe dayik, bira û hevalên xwe ku gelek jê hez dikirin hişt.

Li Kurdistanê bi konsepta şerê ku xistin dewrê di bin navê ‘qedexeya derketina derve de’ êrîşên qirkirinê hatin destpêkirin. Gelê ku li dijî vê berxwe da jî rastî êrîşên çekdarî yên polîsan hatin. Di qedexeyên derketina derve de di 10 mehan de nêzî 80 zarokî hatin qetilkirin. Yek ji cihên ku êrîşên qirkirinê lê pêk hatin navçeya Sûrê ya Amedê bû. gelê Amedê ji bo Sûrê bû yek dil û daketin kolanan, xwestin dagirkirin bi dawî be. Lê polîsan hîna jî bi guleyên rastî êrîşê gel kirin û zarok qetil kirin. Yek ji van jî Şiyar Baran yê 16 salî bû. Şiyar di 22’ê Kanûna 2015’an de li taxa Seyrantepe li kolanê bi hevalên xwe re dilîst û guleya ji wesayîta ranger hat lê ket û jiyana xwe ji dest da. Şiyar bi du guleyên ji zikê xwe girt birîndar bû û hîna negihiştibû nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

‘Ez hîna pereyê wê vedişêrim’

Dayika Şiyar, Asya Baran kurê xwe Şiyar bi gotinên wekê ‘ji zarokên min yê herî j imin hez dikir Şiyar bû.’ tîne ziman. Asyaya ku bi kedek mezin kurê xwe anî 16 saliya wî û winda kir, hîna jî bi mirina Şiyar bawer nake. Asyayê wiha got: “Şiyar ji kolanê hez dikir, bi hevalên xwe re dilîst. Dema ez hevalên wî dibînim, kezeba min dişewite. Dema min karek dikir alîkariya min dikir. Rojekê min cil dişûşt, bendê min tinebû ku ez cilan raxim. Hema derket ser banê û ji min re bendê cil raxistinê çêkir. Pir ji min hez dikir. Niha dikevim odeya wî tê ber çavên min. Diçû dibistanê lê pir ji dibistanê hez nedikir. Digot ez dixwazim bixebitim. Lê biçûk bû, min nedixwest. Lê ew dîsa ji bo xwe diçû. Pereyê xwe dianî dida min. Min ji wî re berhev dikir. Hîna pereyê wî bi min re ye.”

Kujer nehatin darizandin

Asyaya k udi 22’ê Kanûnê de cara dawî bi Şiyar re taştê xwar wiha got: “Roja mir, ez sibehê çûm odeya wî, min rakir. Me bi hev re taştê xwar. Piştre derket derve. Li kolanê dilîst. Ev li malê bûm. Kurê min yê biçûk bi lez hat malê. Got Şiyar li erdê ketiye. Dema ez çûm Şiyar di nav xwînê de bû. Gel li serê wî civiya bûn. Me bi hev re bir nexweşxaneyê. Lê miribû. Dewlet ji zarokê biçûk re dibêje terorîst. Gelo sûcê zarokê min çibû? Li kolanê bi hevalên xwe re dilîst. Li ser êşa me axaftinên bi vî rengî dikin. Ev bê wijdaniyeke mezine. Tevî ku çend meh derbas bûye jî hîna kujer nehatine dîtin. Ez dizanim kurê min şûnde nayê, lê bila kujerên wî bên dîtin. Qe nebe wê êşa me hinek sivik be. Piştî mirina Şiyar gelek zarok hatin qetilkirin. Gunehê van zarokan çine. Divê demildest pêşî li van bigirin. Bila kezeba dayikên din neşewite.”

‘Cara dawî li min mêze kir’

Birayê Şiyar, Muhamedê 9 salî jî gelek bêriya birayê xwe dike û diyar dike ku navbera wî û birayê wî gelek baş bûye. Muhammed got: “Me her tim pevdiçinî. Lê gelek j imin hez dikir. Ez diparastim. Ez li kolanê dilîstim. Hevalên wî hatin ji min re gotin. Li erdê dirêjkirîbû lê çavên wî vekirîbûn. Wekê ku li min mêze bike. Ez bil ez çûm cem dayika xwe. Min agahî dayê. Heta em hatin miribû. Ez gelek bêriya wî dikim. Niha birayekî min yê min biparêze tine.”

‘Emê li kolanê dîsa ligel hev bûna’

Hevalê wî Erhan Keskîn jî bîranînên xwe yên bi Şiyar re wiha vegot: “Li vê kolanê bîranînên me yên xweş hebûn. Dema polîsan li Şiyar xist ez li kolanê bûm. Ez hatim taxê min hîn kir. Bandorek mezin li ser min kir. Em li kolanê bi hev re dilîstin. Em her tim bi gogê dilîstin. Em carekê bi hev re çibûn lunaparqê. Me ew li wir jibîr kiribû. Em dîsa vegeriyan çûn wî bînin. Dema em çûn ew li wir sekinîbû. Ez gelek bêriya wî dikim. Yê li Şiyar xist diyare lê nayê cezakirin. Ger hebûya niha emê li vir bilîstana.”

(hu)